Pêvajoyeke hiqûqî û qanûnî ye
Çarşem 5 Mijdar 2025 - 03:45

Tulay Hatîmogûllari da zanîn ku Tevgera Azadiyê ya Kurd berpirsyariyên xwe yên ji bo aştiyê bi cih anî û got, "Pêvajoyeke hiqûqî û qanûnî ye. Gelê Kurd hebûna xwe û jiyana xwe ya hevpar dixwaze li vê erdnîgariyê bi hev re ava bike. Divê ev yek ji aliyê hiqûqî ve bê ewlekirin."
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari pêvajo û bûyerên dawî yên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo rû dan nirxand.
Hevseroka DEM Partiyê got, "Tevgera Azadiyê ya Kurd 26'ê Cotmehê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji Tirkiyeyê vedikişe ku ev yek daxuyaniyeke dîrokî ye, gaveke dîrokî ye. Bi rastî jî ji Cotmeha derbasbûyî û vir ve li Tirkiyeyê gelek bûyerên girîng qewimîn. Tevgera Azadiyê ya Kurd gavên gelekî girîng û bingehîn avêt. Banga 27'ê Sibatê ya Birêz Ocalan, kombûna kongreya PKK'ê û biryara fesixkirinê, merasîma şewitandina çekan a 11'ê Tîrmehê û herî dawî jî ev gava dawî. Weke ku li wir jî hate bilêvkirin wateyeke girîng a vê vekişînê heye; Ev gav di demeke welê de hate avêtin ku li Rojhilata Navîn şer diqewime. Bûyerên li cîhanê, bûyerên li herêmê mixabin dibin sedem ku şer giran bibe. Di vir de biryara vekişînê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo Kurdan û ji bo hemû gelên Tirkiyeyê li hemberî êrîşan dibe mertaleke parastinê. Kurdan di vir de biryar ne tenê ji bo xwe wergirtin. Hem ji bo xwe hem jî ji bo gelên Tirkiyeyê biryareke dîrokî dan ku di nava şer de ji şer wêdetir bi aştî û diyalogê jiyana hevpar ava bike. Bi taybetî vê vekişînê qonaxeke girîng da pêşketinên heyî."
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku pêvajoya qanûnî û hiqûqî divê tavilê bê destpêkirin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Tevgera Azadiyê ya Kurd di vê pêvajoyê de ewqas gavên girîng avêt. Baş e bendewarî çi ne? Pêvajoyeke hiqûqî û qanûnî ye. Gelê Kurd hebûna xwe û jiyana xwe ya hevpar dixwaze li vê erdnîgariyê bi hev re ava bike. Divê ev yek ji aliyê hiqûqî ve bê ewlekirin."
Eger em vê yekê bi rêzê bibêjin;
* Divê Birêz Ocalan bibe xwedî şert û mercên kar ên azad û jiyana azad.
* Li Tirkiyeyê komîsyonek ava bû. Yekane gava şênber a ji aliyê dewletê ve hate avêtin ev bû. Em avabûna vê komîsyonê hêja dibînin. Lê belê têrê nake. Divê dewamiya wê hebe. Bi taybetî divê komîsyon hevdîtinê bi Birêz Ocalan re bike.
* Têkildarî PKK'yiyan divê qanûneke taybet bê derxistin. Yên ku çek danîne dibêjin, ew dixwazin têkoşîna demokratîk bimeşînin. Divê ji aliyê hiqûqî ve pêşî li vê bê vekirin. Ev çawa dibe? Bi qanûneke taybet dibe. Ev qanûna taybet divê tavilê bê derxistin.
* Bendewariyeke me ya din jî qanûna înfazê ye. Niha li girtîgehan bi hezaran girtî hene ku bi rengekî neheq û nehiqûqî ji ber nêrînên xwe yên siyasî girtî ne. Piraniya van jî bi neheqî û nehiqûqî hatine girtin. Ji ber vê yekê divê di qanûna înfazê de guhertinên cidî bêne kirin. TCK û TMK ew mijar in ku divê rojên pêş careke din bêne nîqaşkirin.
* Di heman demê de hin mijar hene ku pêwîstiya wan bi qanûnan nîne. Ji bo gava şênber bê avêtin, ji bo nêta baş bê nîşandan, ji bo ev pêvajo derbasî qonaxeke erênî bê kirin, gelek gavên şênber hene ku dewlet û desthilatdarî dikarin biavêjin.
* Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li holê ne. Biryarên DMME'yê ji dema hate dayin û pê ve divê ji aliyê Tirkiyeyê ve bi cih bêne anîn. Lê belê nayên bicihanîn. Girtina Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, hevrêyên me yên ji ber doza Kûmpasê ya Kobanê girtî ne tê wateya binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û qanûnên Tirkiyeyê. Lewma civak li benda avêtina van gavên erênî ye. Fikarên li nava civakê ji ber ku ev gav nayên avêtin mezin dibin. Ji bo ev pêvajo civakî bibe weke DEM Partî em rojê bîst û çar saetan li qadê ne."
ANF/AMED













