Ji aliyê sosyalîzmê ve komun

Sêşem 4 Mijdar 2025 - 03:00

  • Komunbûyîn ji aliyê sosyalîzmê ve gaveke girîng a ji bo rêxistiniya civakê û daîmiya sosyalîzmê ye. Herêmên Xweser ên Zapatista û Rojava di vê serdemê de mînakên herî şênber û serketî yên vê yekê ne.

Sosyalîzm tevger û îdeolojiyeke civakîbûnê ye. Li gel ku dîroka destpêkirina sosyalîzmê bi qasî dîroka mirovahiyê kevn e jî ji aliyê hêzên ku dîrok nivîsandine ve weke pêleke îdeolojîk a piştre derketiye hate pênasekirin.

Piştî ku tecrûbeya reel sosyalîst lê hate zêdekirin, sosyalîzm weke sîstemeke dewletê ya piştî kapîtalîzmê rû da, hate nîşandan. Li gorî vê îdîayê ku di nava klasîkên marksîst de jî cih digire, kapîtalîzm wê hilweşe û li şûna wê sosyalîzm wê bê; piştre jî wê derbasî qonaxa komunîzmê bibe. Lê belê rastî û pratîkên qewimîn nîşan didin ku bi vî rengî nîne; ev fikir lawaz û di cih de nîne.

Rêber Apo ji ber vê yekê di karê xwe yê demdirêj û fikrê xwe yê îdeolojîk de ev feraset red kir; destnîşan kir ku dîrok bi têkaoşîna çînan destpê nekiriye, çîn piştre rabûn û bi taybetî jî bi keşifkirinên nû yên dîrokî re eşkere bû ku dîroka mirovahiyê bi komunan destpê kiriye.

Rêber Apo ku pênaseya heyî ya komunan qebûl nake, diyar kir ku komun ne tenê jiyana hevpar a civatekê ye, di heman demê de dikare bibe hevparebûna her kesên li wê erdnîgariyê.

Tecrûbeyên herî girîng ên komunê yên ji bo sosyalîzmê di dema Yekîtiya Sowyetan de rû dan. Bi rêya avaniyê ku jê re 'Kolhoz' dihate gotin, li her devera Yekîtiya Sowyetan rêxistinî hate kirin. Kolhoz ku gel bi temamî tevlî dibûn û li gorî fikra Lenîn bingeha desthilatdariya gel bûn, piştî demekê kete destê burokrasiya Sowyetê; veguherî wê amûrê ku fikir û biryarên wê li ser gel hatin ferzkirin.

Yekîtiya Sowyetan ku ji aliyê Lenîn ve weke rêxistiniyeke komunê hate birêxistinkirin, bi demê re veguherî welatekî li ber destê çîneke elît û rêveber; bû welatek ku çîna karker, bindest û her beşên civakê kir yek tîp.

Di heman demê de li Kubayê jî komunên beriya şoreşê ji aliyê Partiya Komunîst a Kuba ve hatin avakirin, di rewşa heyî de bûne saziyên gelekî lawaz. Ji feraseta sosyalîst a zanistî yan jî reel re bûne qurban.

Herêmên Xweser ên Zapatista yên li Meksîkayê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Rojava hem ji bo vê serdemê hem jî ji bo paşerojê mînakên komunan e.

Raperîn û berxwedana ji bo diyarkirina çarenûsa xwe ya gelê Ciapas ku ji aliyê Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatisat ya li Meksîkayê (EZLN) ve hate destpêkirin û weke Raperîna Chiapas (Zapatista) derbasî nava rûpelên dîrokê bû, îro weke Şaredariyên Xweser ên Zapatistayê têkoşîna xwe dewam dike; di nava netewe dewletekê de ya weke Meksîkayê bi xweseriya xwe ji bo jiyaneke azad têdikoşe.

Zapatista li şûna avakirian welat an jî dewletekê, ji bo wê yekê têdikoşin ku li xaka lê ji dayik bûne bi rengekî azad, bi ziman, bawerî û çanda xwe bijîn. Bi rêya komunên ji bo vê armancê jî xwe bi rê ve dibin û şaredariyên xwe didin xebitandin.

Li nava Şaredariyên Xweser ên Zapatistayê ti hêzeke Artêşa Zapatista nîne. Li gorî Destûra Bingehîn a wan, ti fermandar an jî endamên EZLN'ê nikarin li qadên siyasî erka xwe bi kar bînin an jî li nava saziyên îdarî cih bigirin. Şaredarî ji aliyê meclîsên xweser ve têne birêvebirin û bi esasî ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel, birêxistinkirina jiyana rojane û bikaranîna bi rengekî azad a çand û zimanê xwe hatine avakirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di nava raya giştî de weke Rojava tê naskirin yek ji mînakên pratîkî yên feraseta sosyalîzma dema nû ya rêxistiniya komun e. Raperînên li Sûriyeyê destpêkirin, bi taybetî avaniya komun a ku Kurdan di dema êrişên DAÎŞ'ê û rejîma Esad de ji bo parastina herêma xwe ava kirin, îro deh sal li pey xwe hişt.

Pêkhatina pêngaveke bi vî rengî ya şoreşgerî ku yekemcar li Rojhilata Navîn pêk hat, li gel hewldanên tinekirinê jî weke nîşaneya pratîkî ya fikrê rêveberiya gel bi xwe, demokrasiya muzakerevan û rêxistiniyeke pehn a Rêber Apo nîşan da ku serketî ye.

Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro weke cihekî ku hêviya gelên Sûriyeyê, xeyalên jiyana hevpar lê pêk hatiye, bûye navendek ku gelên Sûriye û Rojhilata Navîn berê xwe dane wê. Ji ber ku di nava Rêveberiya Xweser de modela rêxistiniya pehn bicih tê anîn, îro çîneke xwe ya rêveberan nîne. Li şûna wê gel rêveberên xwe bi xwe hildibijêre, li ser jiyan û çarenûsa warê xwe biryara hevpar dide.

Rêveberiya Xweser ku xwe bi vê ferasetê birêxistinkiriye îro li cîhanê tê naskirin û li ser paşeroja Sûriyeyê hem bi HTŞ'ê re hem jî bi hêzên din re nîqaşan dike. Ev yek jî nîşan dide bê israra Rêber Apo ya li ser komunan çiqasî rast e.

Tecrubeyên komunên li cîhanê hîn jî dewam dikin:

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Federation of Neighborhood Counccils-el Alto – Bolîvya

Marinaleda Spanya

Popular Indigeno us Council of Oaaxaca Ricardo – Meksîka

Şaredariyên Xweser ên Asi Zapatista – Meksîka

Barcelona’s Squatters Movement – Spanya

Dignity Village – Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê

Barbarcha – Cezayîr

Villa de Zaachila – Meksîka

Zone to Defent – Fransa

Cheran – Meksîka

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.