Ciwanên Êzîdî damezirandina PKK’ê pîroz kir 

Duşem 28 Mijdar 2022 - 00:35

Pêr bi boneya salvegera 44´an a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê li Şengalê ciwanên Êzîdî meşeke meşaleyî li dar xist û piştgrtiya xwe ya ji bo berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê anî ziman.

Meş bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Şengal û Yekitiya Ciwanên Êzîdxanê ve hat birêxistinkirin. Gelek ciwan tev lî bûn. Meşê ji mezargeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Çiyayê Şengalê dest pê kir.

Di meşê de bê navber bi dirûşmeyan berxwedana gerîla hate silavkirin, her wiha di meşê de dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bijî berxewdana gerîla’ hatin gotin.

Meşê heta bi rêya gundê Kolika dewam kir û li wir daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê Salim Zerdeşt hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em weke ciwanên Êzîdî vê berxwedana 44 salan pîroz dikin û silav dikin. Em ê heta dawiyê li ser vê felsefeyê bin û têkoşîna xwe ji bo azadiya Rêber Apo dewam bikin.”

ROJNEWS/ŞENGAL

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.