Ciwanan fêrî tembûrê dike

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 25 Cotmeh 2021 - 23:13

  • Piştî fermana 2014’an, xelkê Şengalê di her aliyî de ji bo parastina xwe bike, xwe bi rexistin kir. 

Piştî fermana 2014’an, xelkê Şengalê di her aliyî de ji bo parastina xwe bike, xwe bi rexistin kir. Yek ji van war û aliyan jî çand û huner e. Di nav civakê de gelek kesan piştgirî da çand û hunerê Şengalê. Xelef Bapîr li Şengalê yek ji mamosteyên muzîkê ye. Bapîr, dewreyên perwerdeyê vedike û zarokan fêrî lêdana înstrûmanên muzîkê dike.

Ji ber xwestek û hezkirina hunerî, Xelef hewl dide alîkariya ciwanên Şengalê jî bike û huner di  nav gelê Şengalê de bi pêş bixe. Wî ji bo vê, dest dewreyên muzîkê kiriye û perwerdeya muzîkê dide. 

Xelef derbarê dewreyan de van agahiyan dide; “Piştî fermanê me sala 2017’an dewreyên muzîkê vekirin. Despêkê me li Xanesorê dewreyên fêrkirinê vekirin û nêzikî salekê me perwerde dan. Piştre em hatin Şengalê û me dewreyên fêrkirina mûzîkê li vir dewam kirin. Nêzîkî salekê me li Navenda Çand û Huner a Şengalê perwerdeyên ji bo tembûrê dan. Ez dersên tembûrê û deng didim.”

Xelef herî dawî got, “Li Şengalê kes alîkariyê nade çandê û parastin jî kêm e. Kî dikare çi bike di vî warî de divê bike û zanîna xwe parve bike. Bila kes hunerê xwe bi xwe re nebe gora xwe.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.