Çivîk nehatin û masî xeyidîn

Nûçeyên Forum

În 10 Gulan 2024 - 00:53

  • Bi gumînê re çivîk firiyan, hingê xwe hildane jor bi zorê dihatin dîtin. Ji wê rojê û bi şûn ve çivîk nehatin û li wir hêlîn çênekirin, masî di kûrahiya çem de bûn. Kî dizane belkî jî ew ji mirovan xeyidîn…

OSMAN KAPAN

Di bêdengiya şevê de, li ber dîwarekî xerabe rûniştibûn. Bi çavên hişmetkar li stêrka dinerîn. Her du yan jî, ji hev bê hay stêrka xwe neqandibûn, ya herî birqonîk, dilê wan welê dixwest. Demekê Ehmed, Fatma şibande heyvê, lê zu ramana xwe guhart. Lewra li gorî heyv navî panzdeh rojan winda dibe. Û birqoniya wê dem demî bû. Di bêdengiyê de hevûdin himbêz kiribûn. Dilê wan bi hevre lêdida, ji bona wê hacet bi axavtinê tine bû. Carina herikandina du dilan a diherike ser hev, pirr tiştan îfade dike. Ku du çavên evîndar li hev aliqîn, ji hev tu tiştî nabînin. Di herikandina çavan û bêdengiyê de, zimanê evînê cuda ye. Îca hacet bi axavtinê namîne. Çar cot çavên li hev aliqî dibe ziman û diherike ser dil! Ew jî ev du seet bû welê bêdeng teşiya evînê dirêstin. Êdî dema veqetandinê hatibû. Dê sibê Ehmed bi bavê xwe re biaxiviya û bigotana; “Ez ji Fatma hez dikim, biçe ji bavê wê bixwaze. Lê qey heya niha li vê xakê tiştekî welê bûye? Tişta dihate bîrê tiştekî welê ne dîtibû, ne jî bihîstibû. Jêre ne xem bû û dixwest tehfekê li vê gerdîşa kevneperest bide.“

Ehmed bi gotina; “Fatma dem dereng e rabe em biçin“ keratiya şevê çirand û dom kir:“ Ezê şeveke din bavê xwe rêbikim bila te bixwazî. Ez zanim ji bo neyê wê gelek berpêka bidiyê. Lê heya ji min were ezê hewl bidim ku wî qanî bikim“ Her çiqasî Fatma ne bawer bû ku bavê Ehmed wê werê jî, serê xwe hejand. Bes di tariya şevêde Ehmed, serî hejandina wê nedît. Bi destê hev girtin, heya bi cem mala Fatma meşiyan, ji rûdêmên hevûdin ramûsandin û ji hev veqetiyan.

Ehmed nedixwest biçe mal, dixwest di vê tariya bêdeng de, di bin govenda stêrkan de bigere û li ser rabuhiriya xwe û Fatma bifikire. Welê kir. Piştî qederekê hate malê, li hewşê pala xwe da kevirê reş, cixareyek vêxist û xwe berda nav deryaya xeyalan de.

Dema mala Fatma hatî gund, ew û Fatma hîn zarok bûn. Hema hema tim bi hev re bûn. Rojekê ketibûne nav baxçeyekî qeysiyan de, xwediyê baxçe ew ji dervî baxce girtibûn û di devdawa kirasê Fatma de qeysî dîtibûn. Destê xwe hildabû jor ku sîleyekê li Fatma bide, Ehmed bi denegekî degel gotibû: “Ne Fatma, min ew qeysî dizî ne“ Belê Fatma ji sîleyê rizgar kiribû, lê ew sîle hîn bi şidettir li Ehmed ketibû. Fatma gotibû; “Te çima welê kir?“ Wî jî gotibû; “Belayên ku werin te, bila ji te dûr, nêzî min bin!“ Rabuhirî yek biyek li ber çavan zindî dibû û di birka xeyalan de soberî dikir heya cixarê tiliya wî şewitand, vê rewşê dom kir. Hinekî din li stêrka temaşa kir, stêrka ku dişibanda Fatma hîn jî dibiriqand.
Sibê hinekî dereng rabû. Riyê xwe kur kir. Parîyek du li taştê dan. Di nava malê de piçekî geriya. Tişta ku bi bavê xwe re biaxive di hişê xwe re bir û anî. Dê heya dawî evîna xwe biparasta û gotina xwe ya dawî bigotana.


Evînê ew radest kiribû. Wilqasî ji Fatma hez dikir, li gorî wî ferqa mirin û veqetandinê tine bû. Ji ber wê, ji her berdêl dayîne re amade bû. Lewra ku evîn kete dil, ne gengaze ku mirov jê derbixe. Çavên evîndar ji evînê pêve tiştekî nabînîn. Evîn, fedakarî û feraxetê dixwaze. Ji wê ye di her ol û gerdîşe de pîroz e evîn. Ehmed, bi sedan pênaseyên evînê raberî hev dikirin. Di nava wê deryaya xeyalan de dayîka wî hate cem û got: “Kurê min, xêre vê sibê tu bê mehdî,mirov dibêje qey deynê dinê hemû li ser pişta te ne?“
Her çiqasî got, tiştekî min nîne jî. Dayîka wî jê bawer nekir. Ma kî ji dayîkan pirrtir zarokên xwe nas dike? Ji bona bê mehdiya wî heter kir û pirs li pey pirsê rêz kirin. Ehmed bi dengekî nizim û fediyok got; “Dayê ez ji keça Hiso hez dikim. Ji bona wê ezê îro bi bavê xwe re biaxivim“ Heya ev gotibû xwêhdanê di laşê wî re avêtibû. Di wê kêliyê de bavê wî hat û got; “Xêre kurê min, te riyê xwe kur kiriye, taxim li xwe kiriye, qey li gund dawet heye?” Wî bi zorê got, “na” Dayîka wî gotin ji deva girt, mesele yek bi yek jê re got. Û piştgirî da da Ehmed. Bi wan gotina çav li bav sor bûn û bi dengekî şideh û nefrînfur got:
“Qey we mejiyê xwe xwariye? Ji dem û dewranê berê ve we dîtiye ku tiştekî welê bûyî. Di heyatê de tiştekî welê nabe. Ezê çawa keça Hiso yê Elawî ji kurê xwe re bixwazim. Ma heya niha kê/ kî tiştekî wiha bihîstiye. Qey hûn dixwazin min di nav xelk û alemê de rezîl û riswa bikin? Tişta we gotî ne min bihîstiye, ne we gotiye!” Dengê xwe bilind dikir, kef bi devê wî ketibû. Ehmed fêm kir ku bavê wî tişta dibêje napejirîne. Hêdîka derî vekir û derket. Di ber xwe de got: ”Xweda bela xwe bide gerdîşên we. Hûn zanin van gerdîsên we çend evîn qurmiçandine û wê biqurmiçîne?” Ne bavê wî, ne dayîka wî ev gotin ne bihîstin. 

Çifte avête milê xwe û çû ber çem. Fatma li wir li benda wî bû. Ehmed tiştek negot. Lewra ku gotin bê wate bû, negotin ji gotinê çêtir e,ma çi wateya gotina bê nîrx heye?
“Gerdîş, zagonên ku we çêkirine. Dilê we çawa bixwaze hûn welê şîrove dikin, welê pêk tînin. Yên dibêjin Elawî û sunî cuda ne, ne xweda ye hun in. Lê ya herî bi êş ewe ku ev gerdîş ji hêla desthilatdaran ve sipartine we, hûn jî fîguran in. Gerdîşa ku hûn pêk tînin ji xeşîmiyê pê ve ne tişteke…” digot ji xwe re. Ya arst dixwest vê li nava çavên bavê xwe û yên wekî wî bide. Lê zanîbû bê feyda ye.

Ji xwe fatma çawa çav bi Ehmed ketibû, ferq kir ku rweş ne baş e. Bêdeng hevûdin hembêz kirin. Rondikên wan bi jêr ve diherikîn û li ber ava çem diçûn. Di bêdengiyê de çav kuskusandibûn çemê bi herk. Li ber çavên wan jiyana wan jî wekî vê avê bi herk bû. Di ser wan re ezmanekî bê ewr, çivîka li ezmana seranat dikirin û xwe berdidane ber çem, masî ji xwe re dileyîstin xwe hildidane jor û dîsa berdidane binê avê. Xweza mîna bûkeke ser bixêlî bû. Lê tiştekî bala wan ne dikişand. Lewra her tişt ji wan re bê wate bû! Ehmed dixwest hin tiştan ji Fatma re bêje, bes Fatma welê bi çavên xayîs li çem dinihêrî, ne tiştek didît, ne jî dibihîst. 

Ehmed ji berîka xwe kaxetek û pênûs derxist: “Me ji hevûdin hez kir, gerdîş nebû asteng. Lê ji hevgihîna me re bû asteng. Kî zane ev gerdîşa we dê çend mirovên din binax bike, çend dil dê bişewitin…” Welê çifte danî ser cênika xwe, dengê gumînekê olan da.
Çend masiyan xwe avête bejê, ji bejê dîsa xwe avêtin avê. Piştî qêrîneke dijwar gurmîneke din. Bi gumînê re çivîk firiyan, hingê xwe hildane jor bi zorê dihatin dîtin. Ji wê rojê û bi şûn ve çivîk nehatin û li wir hêlîn çênekirin, masî di kûrahiya çem de bûn. Kî dizane belkî jî ew ji mirovan xeyidîn…   

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.