- Êzîdiyan bi stran û helbestên devkî hewl daye civak û dîroka xwe biparêzin. Mijarên qewl û beytan bi bawerî, netewe, evîndarî û Fermanan hatine hûnandin.
OMÎD NECIM/ANF
Qewl, beyt û helbestên devkî yên Êzîdiyan navdar in. Ew bi saya muzîkê li çanda xwe xwedî derketine û ew pîroz hesibandine ji xwe re. Muzîk ji bo wan şêweyeke duakirinê ye jî, ew di merasîm, şahî û ayînên xwe de muzîkê bi kar tînin, maneyeke pîroz lê bar dikin. Dîroka Êzîdiyan ya bi muzîkê re pirr kevnar e, ji ber vê yekê dibêjin, “Êzîdî civaka muzîkê ne”. Yanî têkiliya Êzîdiyan bi hizrekî ruhî re heye, lewma muzîk ketiye nav ruhê mirovên Êzîdî û ew bi çavekî pîroz lê dinihêrin.
Wan bi stran û helbestên devkî hewl daye civak û dîroka xwe biparêzin. Mijarên van helbest û stranên wan bi bawerî, neteweyî, evîndarî û fermanan, hatine hûnandin. Mînakên wan cûre stranan pirr in ku di wan de bûyerên dîrokî tên vegotin. Ji nav wan ên herî bi nav û deng, stranên Gênc Xelîl, Sorgul, Xansê û Reşo, Derwêşê Evdî û Edûlê ne.
Li gorî Êzîdiyan def û şebab awazekî xwedawendî ye. Bi taybetî ev du înstrûmanên muzîkê ji bo Êzîdiyan pîroz in û her kes nikare wan bijene.
Stranên mêr û jinan ji hev cuda ne
Di nava Êzîdiyan de ji bo her sirûdê, cûreyek ji awazê dixwînin. Ji hinek stranan re dibêjin “stranên koçik” ango “stranên dîwanan”. Ev stran li şevbuhêrkên dîwan û meclîsan tên gotin. Ya balkêş ew e ku hin ji wan stranan bi taybetî ji bo mêran in û hin jî ji bo jinan. Ji wan, cûreyek melodî heye ku jê re “Xerîbî” tê gotin. Ev stran xasma ji bo jinan hatine gotin. Di dema şînê de li ser miriyan tên gotin. Helbesteke nivîskî ya diyarkirî jî tine ye û her kes bi xwe li hev tîne û dibêje. Yanî ev stran jixweberî ne.
Çîrokên girêdayî serpêhatiya wê, nerazîbûn, qehremantî û çîroka kesê dimire, dibin esasên sereke yên helbestên wan ên nivîskî.
Cûreyek din ê stranan heye ku jêre dibêjin “Pesta” yan jî “Dûrik” ku bi şêwazê stranên dîlanê tên gotin û rîtma wan bi nizm û bilindî ye û hinekî bilez e. Çend cûreyên wî miqamî hene ku navê wan wiha ne: “Dûrikê Mila, Dûrikê Sê Pê û Dûrikê Gul Şênî”.
Hunermendê navdar ê Şengalî Xidir Feqîr yek ji wan stranbêjên navdar e ku di vê hêlê de bandor li ser nifşên nû kiriye.
Destûra xwedê û maçkirina tembûrê
Di nav Êzîdiyan de muzîka înstrumantal jî girîng e û bi çavekî pîroz lê dinihêrin. Muzîk û stranên înstrumantal bêhtir di dema ayînan de tên bikaranîn. Nexasim amûrên wek def, şebab û bilûrê di merasîmên dînî tên bikaranînin. Her wiha pîroziya tembûrê jî heye li ba Êzîdiyan, beriya lêxistinê ew tembûrê hembêz û maç bikin. Yê bixwaze tembûrjeniyê bike, pêwîst e beriya her tiştî bibêje “bi destûra xwedê” û tembûra xwe maç bike. Ev yek nîşaneya pîrozî û rêzgirtinê ye. Êzîdî bi tembûrjeniyê behsa mezinahiya xwedê bikin, lewma tembûrê pîroz dibînin. Ji nava kesên ku li devera Şengalê tembûra çêdikin û tembûran dijenin, yên navdar ji mala Şêx Mûs, Mala Xidir Feqîr û Mala Pîr Giro bûne.
7 roj û 7 şevan li def û şebabê dixin
Wekî din dahol û zirne jî bi miqamên civakî di dîlan û semayan de tên bikaranîn. Dema serdana mezelên xwe dikin dahol û zirnê bi kar tînin. Hin caran li şûna zirneyê, flûtê jî bi kar tînin. Ev flût xwedî dengekî pirr sade ye û ji zilan ango qamiş tê çêkirin. Lê li cem Êzîdiyan def û şebab amûrên herî pîroz in, ew van înstrumanan di qewl û qesîdeyên xwe de bi kar tînin. Êzîdî di cejnên xwe de bi taybetî di cejna Cema ya li Laleşê de 7 roj û 7 şevan li def û şebabê dixin. Li wir hin rêûresm hene ku heta sibehê dewam dikin.
Her kes nikare bibe qewal
Li cem Êzîdiyan def û şebab çavkaniya fermana xweda tên dîtin û pîroz in. Ev cûreyê muzîkê, bi taybetî bi qewalan e û tenê ew dikarin di merasîman de lêxin. Ji qewalan re kalo jî tê gotin. Ew kesên taybet in û nabe ku her kes vî karî bike. Ji ber ku ew kesan tenê ji du eşîrên mezin ên Êzîdiyan dikarin bibin ku ew jî eşîrên Hekarî û Domelî ne. Her du eşîr jî li herêmên Êzîdî lê ne, berbiçav in. Hejmareke zêde ji eşîra Domilî li civaka Şarya ne û yên Hekarî jî li Şêxan û hawirdora wê ne.
Qewal, pêwîst e bi zimanê Kurdî baş zanibe û karibe li def û bilûrê bixe. Divê di vî warî de şareza bin, ji lewma stranên li ber def û şebabê tên gotin, pirraniya wan bi Kurdî ne. Her wiha divê ew karibin qewl, beyt, qesîde, diroze û mibehatan ji ber bikin da ku bi rehetî di merasîman de bibêjin.
Di pirraniya sirûdan de pêwîst e 7 qewal hebin, 3 kes defjen, 3 kes bilûrjen û yek jî li pêşiyê dimeşe ku jê re Pêşrew tê gotin.
Şengal dewlemend e
Li tevahiya navçeyên ku Êzîdî lê ne, di aliyê stran, awaz û muzîka folklorî de navçeya Şengalê ji hemûyan dewlemendtir e.
Şengal, çavkaniya xwe ji hemû stran û helbestên nivîskî digire ku koka xwe dawerivandiye nav çanda Êzîdayetiyê. Ji hunermendên nas yên wek Pîr Giro, Pîr Miço, Şêx Mûs, Xeyro, Xidir Feqîr, Farisê Qolo, Qasimê Meyro, Qepal, Kiçê Emê, Ebas Melo, Silêmanî Qasimî Zewî, Biroyê Şerqî, Îdoyê Kotî û gelek stranbêjên din ên vê deverê ne, bi rol û mîsyoneke dîrokî rabûne.
Ferman û karesetên bi serê Êzîdiyan de hatine, kirine stran û ji van stranan arşîveke xurt çêkirine. Ew bi stranên xwe ji nifşên pey xwe re bûne mînak û nehiştine ku bûyerên hatine serên wan, werin jibîrkirin.
* Ev agahî ji pirtûka “Hunera Pîroz” a Heme Haşim hatine wergirtin.