- Weşanxaneya Wardozê ku bêhtir kitêbên derbarê folklora Kurdan de çap dike, herî dawî kitêba bi navê “Xezala Kurdan” a ku behsa çîrok û xeberoşkên Cizîra Botan dike, çap kir.
Weşanxaneya Wardozê ku bêhtir kitêbên derbarê folklora Kurdan de çap dike, herî dawî kitêba bi navê “Xezala Kurdan” a ku behsa çîrok û xeberoşkên Cizîra Botan dike, çap kir.
Berhavkar Dildar Botî, ev çîrok û xeberoşkên Cizîra Botan berhev kirine û wek kitêbekê amade kiriye. Kitêba “Xezala Kurdan” ji 168 rûpelan pêk tê û gelek çîrokên herêma Botanê dihewîne.
Weşanxaneya Wardoz ji bo kitêbê dibêje, “Di vê pirtûkê de bi dehan çîrok û xebroşkên Cizîra Botan hene. Her keresteya di vê pirtûkê da, bi zimanê xwe yê resen û herêmî çêjeka din dide me. Xezala Kurdan, çîrokeka balkêş e ku navê xwe daye vê pirtûkê. Çîroka Seydik û Şêxigo Malî jî du çîrokên pexşankî û kilamkî ne. Qeto û Keçelok jî hem ji hêla zimanê xwe ve hem ji hêla naveroka xwe ve du xebroşkên balkêş in. Her wiha gelek keresteyên vê pirtûkê cara ewil e ku di nava arşîva folklora me da cih digirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN