ROJDA SEYIDXAN
JINNEWS/QAMIŞLO
Çîrokbêjên bernameya ‘Hebû Tunebû’ dibêjin, ew dixwazin folklora gelê Kurd belav bibe: “Di nava bernameya Hebû Tunebû de em çîrokên ji bo zarok û mezinan dibêjin. Armanca me ew e ku em çand, ziman û folklora Kurdî biparêzin û nûjen bikin.”
Koma Teyatra Sara Baran a Kevana Zêrîn li Kantona Qamişloyê, ev du meh in dest bi pêşkêşkirina bernameya bi navê Hebû Tunebû kiriye. Di nava bernameyê de çîrok, destan, folklor û çanda Kurdî derdikevin pêş. Di vê bernameyê de 6 çîrokbêjên jin cihê xwe digirin û hefteyê carekê li ser ekrana kanala JIN TV’yê tê weşandin. Ev bername wê salekê dewam bike û 52 bername wê werin pêşkêşkirin.
Çîrokbêj Zelal Mûsa li ser bernameyê dibêje: “Ev du meh in me dest bi bernameya Hebû Tunebû kiriye. Di nava bernameyê de em destan û çîrokên Kurdî pêşkêş dikin. Em 6 jin cihê xwe di vê bernameyê de digirin û hefteyê carekê roja sêşemê li ser kanala JIN TV’yê ev bername tê weşandin. Heta niha 12 beş hatine weşandin. Di van beşan de çîrokên bi navê Şengê û Pengê, Dîroka Cîhanê, Çûko û Dîko, Pîrê û Kêzxatûn, Binefşa Narîn û wekî din hatine weşandin. Ev çîrokên me ji bo mezin û piçûkan in.”
Ne tenê çîrok lê çand bi giştî
Zelal Mûsayê bal bire ser armanca bernameyê jî: “Armanca bernameyê ew e ku em çand, ziman û folklora Kurdî nûjen bikin û biparêzin. Di bernameyê de em ne tenê em çîrokan dibêjin, em cil û bergên xwe yên Kurdî jî li xwe dikin û pê pêşkêş dikin. Her wiha em di bernameyê de çanda deqên li ser rû û destên jinan, fanûsên berê, hirî, teşî, heprî, kildank û gelek tiştên çandî jî didin pêş. Pirraniya çîrokên me, ew çîrokên ku berê hatine gotin e da ku zarokên me jî van çîrokan nas bikin û her tim di bîra wan de bimînin. Em dibêjin ravekirina çîrokên me bi zimanê Kurdî bersiveke li dijî daxwaza rakirina zimanê Kurdî.”
Bi çîrokan peyamên civakî
Çîrokbêj Nejbîr Saroxan jî bal kişand ser naveroka çîrokan: “ Ev du car in ku ez çîrokan pêşkêş dikim. Çîroka min a yekem li ser Gur û Kûçik bû. Di vê çîrokê de qala azadiyê tê kirin. Çîroka min a duyem a bi navê Kêzxatûn jî hevaltiya baş û jiyana bi hevalên rast re dide nîşan. Pirraniya zarokan niha bi înternetê mijûl dibin. Ji bo ku em bala zarokan bi taybetî bikşînin ser bernameya xwe, pêwîst e em hîna bêhtir çîrokên zarokan pêşkêş bikin. Bi hêviya ku bernameya me bigihîje her malbatê û bi alîkariya malbatan em zarokan fêrî çanda Kurdî bikin.”