- Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku ew amade ne xweseriya Girava Korsîkayê nîqaş bikin.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku ew amade ne xweseriya Girava Korsîkayê nîqaş bikin.
Li Korsîkayê, piştî ku alîgirê serxwebûnê Yvan Colonna li girtîgehê bi êrişa oldarfekî radîkal kete komayê, çalakiyên şermezarkirinê dest pê kirin û dewam dikin. Di demeke bi vî rengî de Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron xweserî xiste rojevê.
Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanin ji rojnameya Corse Matin re axivî û got, hikûmet amade ye 'xweseriya Korsîkayê nas bike'.
Darmanin ragihand ku rawestandina çalakiyên şermezarkirinê yên du hefte ne dewam dikin, şertê destpêkê yê vê yekê ye.
Nûnerekî hikûmetê yekemcar e pêşî li xweseriyê vekir ku Korsîkayî ji mêj e daxwaza wê dikin.
Emmanuel Macron dosyaya Korsîkayê radestî Gerald Darmanin, Darmanin got; "Fransa amade ye heta bi xweseriyê biçe. Piştre mesele ew e ka mirov zanibe ev xweserî çi ye. Divê em vê yekê nîqaş bikin."
Darmanin diyar kir ku ew amade ne ji bo 'nîqaşeke heta niha nehatiye kirin' û xwest, şidet bi dawî bibe. Darmanin soz da ku tişta bi serê Yvan Colonna hatiye, bê eşkerekirin.
Darmanin ji bo êrişa li dijî Colonna got, "êrişa terorîstî" û wiha axivî, "Dewlet berpirsyar e ji saxî û silametiya mirovên girtî, yanî divê mehkûman biparêze."
Darmanin li ser mijara xweseriyê ji BMFTV re axivî û got, "Min got, dikarin bi qasî statuya xweser biçin. Bi dîtina min ev yek tê wê wateyê ku qonaxên cuda jî dibe hebin."
Darmanin bi gotina, "Em ji bo diyalogê li vir in" serdana Korsîkayê nirxand û diyar kir ku ev hemû "Di nava du rojan de nikarin bêne kirin."
Gava ku dema vê pêvajoyê hate gotin, Darmanin bal bire ser hilbijartinên serokkomariyê yên meha Nîsanê û got, "Hilbijartineke
Serokkomariyê heye, ji ber vê yekê eşkere ye ku wê di dema Serokkomarê bê de pêk were."
PARÎS