Çima Emerîkî diçin?
Duşem 27 Hezîran 2022 - 22:36
- Şirketeke din a neftê ya Emerîkayê karên xwe yên di warê neftê de li Başûrê Kurdistanê rawestandim.
Şirketeke din a neftê ya Emerîkayê karên xwe yên di warê neftê de li Başûrê Kurdistanê rawestandim.
Şirketa Schlumberger ya Emerîkî da zanîn ku ew ê li gorî biryara Dadgeha Federal ya Iraqê a ji bo nefta herêmê tevbigerin, ji ber vê jî hemû karên xwe ên li Herêma Kurdistanê daye rawestandin.
Schlumberger li Herêma Kurdistanê di warê xizmetguzariyê de di warê neftê de kar dike.
beirya niha Baker Hughes a Emerîkî ku di warê xizmetguzariya neftê de li Herêma Kurdistanê kar dikir, bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ew girêdayî biryara Dadgeha Federal ya Iraqê ne û vekişiyabû.
Di 7’ê Hezîranê de Wezareta Nefta Iraqê ji bo bicihanîna biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya li ser nefta Herêmê, lijneyek ava kiribû.
Dadgeha Federal ya Iraqê biryar dabû ku bi awayekî serbixwe neft firotina li Herêma Kurdistanê berovajiyê qanûnê ye.
Di 15’ê Hezîranê de jî Kompanya Nîştimanî ya Neftê ya Iraqê diyar kir ku kompanyayên neftê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin, divê di nava sê mehan de dawî li karê xwe bînin: “Eger kompanyayên neftê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin, li gorî biryarê tevnegerin wê bikevin lîsteya reş de û nabe kar li gel wan were kirin.”
BEXDA