Wezîrê Neftê hate Hewlêrê

Duşem 13 Mijdar 2023 - 00:11

Bi armanca çareserkirina pirsgirêka neftê û dubare dest bi hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyeyê, Wezîrê Neftê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî hate parêzgeha Hewlêrê.

Wezîrê Neftê û şandeya pê re ji aliyê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Mihemed Kemal ve hatin pêşwazîkirin û piştre bi Serokê Hikûmeta Cîbicîkar ya Herêma Kurdistanê re civiya.

Wezîrê Neftê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî ragihand ku armanca serdanê nêzîk kirina nêrînên her du aliyan li ser dubare hinardekirina nefta Herêmê bi rêya Tirkiyeyê, li gorî yasaya budceya Iraqê, divê hikûmeta Herêma Kurdistanê rojane 400 hezar bermîl neft radestî Iraqê bike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.