Dawiya meha Mijdarê xebatên belavkirina mazotê li xelkê Minbicê dest pê kiribû û di vê demê de li şêniyên herêma rojhilat tê belavkirin.
Li gorî endamê Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclisa Herêma Rojhilat a Minbicê Bedir Mihemed, Gerînendetiya Sotemeniyê beriya çend rojan xebatên belavkirina mazotê li taxên mezreya Çerkes, Resim, Newace û rêya Bîzar ên bajar da destpêkirin.
Mihemed El Yusif ê ji taxa Bîzar ji ber bi lez belavkirina sotemeniyê, destxweşî li hewldanên komîteyê kir.
Yek ji endamên komîteyên belavkirinê Şewket Oso got: “Heta derengiya rojê em mazotê belav dikin. Ji bo her malbatekê Rêveberiya Xweser 300 lître mazot hatiye diyarkirin. Derfetên me ji vê mezintir bûna me yê bileztir û bi awayekî firehtir mazot belav bikira. Em hewl didin di zûtirîn demê de mazotê bigîhînin xelkê.” Gerînendetiya Giştî ya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo her malbatekê 300 lître mazot diyar kir û buhayê her lîtreyekê 325 lîre ye. Ji Tebaxê ve, komîteyên sotemeniyê yên herêmê dest bi belavkirina mazotê kirine. Lê belê li gorî rayedarên rêveberiyê, êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî binesaziya herêmê ev xebat dereng xistin.
ANHA/MINBIC