28 çete 5 erebe hatin tinekirin

Çarşem 15 Çile 2025 - 03:26

Di berxwedana pêr a li gundewarên Minbicê û Pira Qereqozaqê de 28 çete hatin kuştin, 36 çete jî birîndar bûn, 5 erebeyên zirxî û 2 erebeyên leşkerî hatin îmhakirin û droneke xwekuj hat xistin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSDˈê bi daxuyaniyekê bîlançoya pêr a şer û berxwedana li gundewarên Minbicê, Pira Qereqozaqê û Dêr Hafirê aşkera kir û wiha got:’’Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Di van êrişan de hemû cureyên çekan, balafirên şer, balafirên bêmirov, tank, obîs û çekên giran bi kar tînin. Lê tevahî êrişên wan li hemberî berxwedana şervanên me dişikên.

Roja Duşemê saet 12.45ˈan ê nîvro, çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi erebeyên BMB û erebeyên zirxî êrişî Mezreya Ebû Seîd a li başûrê rojhilatê Minbicê kirin. Li vir şerekî giran di navbera şervanên me û çeteyan de rû da. Yekîneyên Şehîd Harûn li kombûnên çeteyan da û hejmarek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Li ser vê yekê çete neçar man ji qadê vekişin. Piştre çeteyan careke din êrişeke nû pêk anî. Şervanên me bersiveke mezin da çeteyan û şer derket. Şer heya saetên pêşîn ên êvarê dewam kir. Encama şer de 5 erebeyên zirxî û du erebeyên leşkerî yên çeteyan hatin rûxandin, li 18 kombûnên çeteyan hate xistin. Hêzên me bi çalakiyên bibandor li kombûn û nuqteyên çeteyan xistin. Di her carekê ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derbên giran dixwin de, bi balafirên şer û yên bêmirov bi dijwarî êriş dikin. Di encama êrişan de 4 şervanên me birîndar bûn.

Agahî ji 3 şervanan qut bûye

Di pevçûnan de, bi qasî hat tesbîtkirin ku 23 çete hatin kuştin, 24 çete birîndar bûn, ji wan birîna 10 çeteyan giran e.

Li eniya Pira Qereqozaqê jî şervanên me li nuqte û kombûnên çeteyan ên li gundên Qebû Îmo, derdora Girê Syrialet xistin. Di encamê de 5 çete hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn, birîna 10 çeteyan giran e. Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker careke din gundên tijî şênî bombebaran kirin. Di vê çarçoveyê de gundê Bîr Hiso û Girê Rûla yên nêzî Pira Qereqozaqê, balafirgeh û embarên genim ên Sirînê bombebaran kirin. Di bombebaranê de tu zirar çênebûn. Hemwextî bombebaranê, dagirkeriya Tirk bi çekên giran gundên Bîr Hiso, Cada, Nûr Elî, Girik, Tîne û derdora Pira Qereqozaqê topbaran kirin. Li eniya Dêr Hafirê, balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker 3 caran nuqteyeke hêzên me bombebaran kir, lê tu zerar çêbûn. Her wiha 4 dronên xwekujî gundê Miftahiyê bombebaran kirin. Şervanên me dronek xist, 3 dronên din bêyî ku zirar çêbin teqiyan. Droneke din jî li gundê Dibsî Efan li nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn xist, lê tu zerar çênebûn. Şervanên me droneke xwekuj xistin. Di heman demê de Yekîneyên Şehîd Harûn li gundê Îmam 4 çalakiyên hewayî li dijî kombûnên çeteyan li dar xistin. Lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat tesbîtkirin. Bîlançoya pêr: 28 çete hatin kuştin, 36 çete birîndar bûn, ji wan birîna 10 çeteyan giran e. Her wiha 5 erebeyên zirxî û 2 erebeyên leşkerî îmha kirin. Hêzên me li 24 nqteyn çeteyan xistin û droneke xwekujî ya çeteyan hat xistin. 4 şervanên me birîndar bûn û agahî ji 3 şervanên din qut bûye.

Berxwedan bi biryarî didome

Berxwedana gel a li Bendava Tişrînê di roja xwe ya 8ˈan de bi biryardarî didome. Nobedar paqijkirina bendavê û derdora wê ji bermahiyên êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê didomînin.

Bendava Tişrînê ku beşeke bingehîn a binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, jêdereke girîng a av û ceyranê ye. Her wiha wek nuqteyeke stratejîk tê dîtin. Dewleta Tirk a dagirker bi armanca dagirkirinê jî 8ˈê Kanûna 2024ˈan ve bi dijwarî êrişî Bendava Tişrînê û derdora dike. Bi armanca parastina bendavê û nîşandana nerazîbûnê li hember êrişan, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen berê xwe dan bendavê û nobetê digirin. 8ˈê Çileyê bi hezaran şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî êrişan ji gelek bajaran ber bi herêmê ve derketibûn rê û li bendavê nobet bi rêxistin kirin. Piştî 4 rojan karwanekî şêniyên kantona Cizîrê berê xwe dabû bendavê. Pêr jî komeke şêniyên Tebqa, Reqa û Dêrazorê ber bi bendavê ve çû. Şênî hem nobeta bendavê digirin û hem jî bendavê ji bermahiyên êrişan paqij dikin.

ANHA/BENDAVA TIŞRÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.