Hişmendiya wan wek a DAIŞ’ê ye

Çarşem 13 Tebax 2025 - 03:30

Minbic, beriya şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku nifûsa xwe 100 hezar e, li wir gelên Ereb, Kurd, Çerkez û Tirkmen bi hev re lê dijiyan. Beriya 9 salan ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve ji DAIŞ'ê hate rizgarkirin. Konseyê ji bo rizgarkirina bajarê di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de bû, di 2'ê Hezîrana 2016'an de dest bi operasyonê kir. Minbic ji ber cihê xwe yê stratejîk weke 'deriyê Ewropayê' yê DAÎŞ'ê dihat binavkirin. Konseyê li Minbicê operasyona 'paqijkirinê' ya li dijî DAÎŞ'ê da destpêkirin, navê 'Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla' lê kir. 12'ê Tebaxa 2016'an roja 62’emîn a operasyonê, Minbic hate rizgarkirin. 

Bajarê ku 8 sal in ji aliyê Rêveberiya Xweser ve dihat rêvebirin, di 28'ê Mijdara 2024'an de di pêvajoya ku HTŞ'ê ber bi Şamê ve bi pêş ve çûn de careke din hedef hat girtin. Li ser gelek gundên girêdayî bajêr êrîşên hewayî pêk hatin. Êrîşan bi taybetî jin û sîstema neteweya demokratîk hedef hat girtin.

Çima Minbic? 

Bajar li cihekî stratejîk e, 15 kîlometreyan li rojavayê çemê Firatê û nêzîkbûna wê ya ji bo bajarên Cerablûs, Bab û Ezazê ku di bin kontrola Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayî wê de bû, di heman demê de 55 kîlometre dûrî Kobanê ye. Girîngiyeke din a bajêr ew bû ku weke deriyê kontrolkirina çavkaniyên avê yên herêmê, Bendava Sirînê û Tişrînê bû. 

Minbic di 10'ê Kanûnê de ji aliyê Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wê ve hat dagirkirin. Piştî dagirkeriyê, bi sedan mirov ji ber talan û zordariyê neçar man ji bajêr derkevin. 

Rojnamevan Dîcle Ehmed ku bi salan li Minbicê jiya, diyar kir ku ew bûye şahidê êrîşên DAIŞ'ê û rizgarkirina Minbicê.

Dîcle Ehmed da zanîn ku Minbic demekê weke paytexta duyemîn a DAÎŞ'ê dihat binavkirin û got:"Bi taybetî ji ber ku deriyê Ewropayê bû, ji bo DAÎŞ'ê nuqteyeke gelekî girîng bû. Rizgarkirina Minbicê planên Tirkiyê têk birin. Dema ji DAÎŞ'ê rizgar bûn, jinan çarşevên ku neçarî li xwe dikirin, şewitandin. Ji ber ku ew esîr bûn û piştre azad bûn. Yên ku herî zêde li şoreşê xwedî derketin ew bûn. Bi taybetî jî ji bo YPJ'ê hezkirineke wan a mezin hebû.” Dîcle Ehmed diyar kir ku bi taybetî jinan piştî rizgarkirina Minbicê di xebatên leşkerî û siyasî de bi roleke çalak radibin û got:"Avadaniya mozaîk a Minbicê li ser bingeha neteweya demokratîk li hev kom bûn û xwe bi vî rengî bi rê ve birin, netewe-dewlet aciz kiriye. Asteng nekirina êrîşên Tirkiyeyê û di dawiyê de dagirkirina vê derê vê yekê nîşan dide. Jiyana heyî ya li Minbicê û sîstema ku li dû dagirkeriyê tê meşandin, rewşa Minbicê ya di bin esareta DAÎŞ'ê de anî bîra me. Ji ber vê yekê gel gelek meş û çalakiyên protestoyî lidar xistin. Dizî, talan, destdirêjiya li hemberî jinan, destavêtin, şîdet û revandina jinan zêde bûye. Bi taybetî zextên li taxên Kurdan tên kirin, zêde bûne. DAÎŞ'ê jî heman tişt dikirin. Hikûmeta Nû ya Şamê ku dest daniye ser Sûriyeyê, ji zîhniyeta kesên li vir ne cudatir e. Li hemberî van êrîşan jî bêdeng e. Yên ku van êrîşan pêk tînin piranî endamên koma paramîlîter in ku ne Sûriyeyî ne. Ew berhemên heman zîhniyet û siyasetê ne. QSD û bi taybetî YPJ'ê di her daxuyaniyê de diyar dikin ku ji bo gelên li Sûriyeyê çi ji destê wan bê ew ê bikin. Niha jî yên li herêmên din ên Sûriyeyê tên tepisandin, wek berê dîsa Minbic li benda QSD'ê ye."

MA/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.