Tişta li Başûrê Kurdistanê diqewime û helwêsta Kurdan hêja ye mirov ji xwe re lê binihêre. Nifşê nû yê ciwanên Kurdistanê êdî bi temamî bê hêvî hatiye hiştin û doza edaleta civakî, desthilateke bi gendelî û diziyê nelewitî dike. 

Ev daxwaz ne nû ye. Ji sala 2011ʼan ve ev doza Kurdistaniyan xwe dide der. Ji hingê ve Kurdistaniyan rêbazên sivîl û demokratîk ên bê şidet bi kar anîn da ku dengê xwe bidin bihîstin, lê li wê hafa desthilatê kesî dengê wan nebihîst. 

Yên ku xwêya wan ziwa, lê bi gotinên xwe hîna qûna xwe ji derpê dernexistine, ji xwe re rabûne şîretan li wan ciwanan dikin û dibêjin: ev yek ne di xizmeta Kurdistanê de ye. Baş e, çi ye di xizmeta Kurdistanê de. Ew behsa Başûrê Kurdistanê dikin. Statuya Başûrê Kurdistanê di destûra Iraqê de weke parçeyek ji Iraqê misoger e. Zimanên fermî yên tevahiya Iraqê Kurdî û erebî ne, Kurd û Ereb miletên dewleta Iraqê ne. 

Ev destketiyên hanê heger aqlekî maqûltir hebûya sala 2005ʼan dikarîn bêhtir jî bin. Mesele Kurdan doza konfederasyonê bikira, hingê ti hêza bibêje na, nebû. Lê nekirin. Bi vê statuya federa razî bûn û dixwestin ji bo Kerkûk, Selahedîn, Diyala û Şengalê jî derfeta referandûmê hebe da ku sînorên fermî yên Başûrê Kurdistanê bên berfirehkirin. 
Erê ez behsa xala 140ʼî ya destûrê dikim. Diviyabû sala 2007ʼan piştî gavên normalkirinê, ev referandûm di pratîkê de pêk bihata. Nebû, destûr jî bi vê nebûnê ji qîmet ket, bû kaxezek. Ji ber wê niha statuya di destûrê de jî neewle xuya dike. 

Baş e, kê wisa kir? Ma xelkê bi xwepêşandanên xwe wisa kir? Nexêr, ew siyasetvanên xelk li dijî wan daketiye meydanan, ciwan avahiyên wan dişewitînin, ji vê berpirsiyar in. Û mixabin û sed mixabin, keseke/î pêşengiya ji wan re bike nîne. Yanî guh medin derewên çapemeniya PDKʼê, PKKʼê ev xwepêşandan bi rêxistin bikira, niha malbata Barzanî û wan kes karên wan ên ku bi wan re dewlemendiyên Kurdistanê talan kirin, ji xwe re xaniyên xwe yên li Ewrûpa û Emerîkayê radixistin û li balefirên xwe siwar dibûn û ji Kurdistanê direvîn.

Daxuyaniya KCKʼê jî nîşan dide ku ew jî ne li benda serhildaneke bi vî rengî bûn, û şidetê jî eşkere û bêdudilî red dikin. 

Axir yên ku xwe ji xwedê kirin û bi gotinên xwe yên bê hed û hidûd, qûna xwe ji derpê derxistin jî yekser ciwanên xwepêşander weke dijminên destketiyên Kurdan deq kirin. Her insanê maqûl û hinekî xwedî hêzeke fikra analîtîk dibîne ka ji 2003´yan ve kê destketiyên Kurdan neparastin û yên heyî xistin tehlûkeyê. Mirov rabe xwe li vê kor bike, û îdîa bike xwepêşandanên ciwanan wê desthilateke ji bo destketiyên Kurdan ji ya heyî xirabtir bîne, di warê siyasî de korfêm e.

Lê mirov korfêm be tiştekî din e, rabe heqaretan li aliyekî mezin ê civaka Kurd bike tiştekî din e. Ew ê ku dibêjin ma ji bo "meaş" ev tê kirin, bila zanibin, ji ber ku desthilata heyî wan meaşan didize, statu û destketiyên Kurdan di tehlûkeyê de ne, ne ku ji ber ku xelkê Kurdistanê, nexasim ciwan doza meaşê xwe, mafên xwe û azadiya xwe dikin.

Di van rojan de tiştekî din eşkere bû. PDK bi hevkariya bi dijminê Kurd û Kurdistanê re tercih dike desthilat bimîne, li şûna ku bi xelk û ciwanên Kurdistanê re azadî û destketiyên Kurdan misoger bike. Xwepêşanderên li Şêladiz a qehreman, di sloganên xwe de nedigot, meaş. Me dengê wan bi rehetî dibihîst: Azadî!