Cezayên bidarvekirinê rawestînin
În 21 Sibat 2025 - 03:30
Komek ji parêzvanên mafên mirovan û xizmên girtiyan ku Nêrgis Mihemedî jî di nav de bû, di çarçoveya kampanyaya ‘Roja sêşemê na ji cezayê darvekirinê re’ li ber girtîgeha Evînê kom bûn û daxwaza rawestandina cezayên darvekirinê kirin.
Piştgiriya ji bo çalakiyên li dijî cezayê darvekirinê yên her sêşemê li girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê tên lidarxistin, dewam dike. Di çarçoveya çalakiyên hefteya 56’emîn de parêzvanên mafên mirovan û xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Evîn a Tehranê ya paytexta Îranê kom bûn û piştgirî dan kampanyaya “Roja sêşemê na ji cezayê darvekirinê re”.
Girtî û aktîvîstên berê yên wek xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Nergis Mihemedî, Sedîghe Vasmaghi, Aliyeh Motellebzadeh, Hasti Amiri, Shaqayeq Moradî, Elham Salehi, Ali Nanvaei, Kambiz Nowruzadeh û Mecîd Mosafer di 18’ê Sibatê de beşdarî çalakiyê bûn. Komê bê navber dirûşmeyên ‘Ji darvekirinê Na’ qîr kirin û pankartên ‘Girtiyên siyasî serbest bên berdan’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Ji bo rakirina cezayê darvekirinê divê em bibin yek’, ‘Ji cezayê darvekirinê re na, ji bo jiyanê erê’ û ‘Divê tavilê cezayên darvekirinê bên rawestandin’ rakirin. Koma ku li ber girtîgehê çalakiya xwe li dar xist xwest, cezayên darvekirinê yên ji bo Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî hatine dayîn tavilê bên betalkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN