Çete li Kerkûk û Germiyan bicih bûne

Duşem 27 Gulan 2024 - 02:45

  • Endamê Serkirdayetiya YNK’ê Salar Mehmûd da zanîn ku li derdora Kerkûk û Germiyan komên terorîst bicîh bûne û daxwaz ji hêzên ewlehiyê kir ku amade bin.

Endamê Encûmena Serkirdatiya YNK’ê Salar Mehmûd di daxuyaniyeke çapemeniyê de li ser çend mijaran bersiva pirsên rojnamevanan da û derbarê rewşa Kerkûkê de jî hişyarî da.

Salar Mehmûd got:“Çend komên terorîst hene ku hatine Germiyanê deverên derdora wê, divê di demek nêzîk de li Selahedîn û Kerkûkê komên çekdar bên avakirin û hêzên ewlehiyê jî di amadebaşiyê de bin. Ji ber ku ev komên terorîst wê zirareke mezin bidin ewlehiya herêmê û şêniyên wê. Em rojane giliyên welatiyan distînin ku van çekdaran dest bi şewitandina genimê cotkarên herêmê kirine.

Divê madeya 140 pêk bê

Endamê Serkirdayetiya YNK’ê derbarê armanca van komên terorîst û hêzên li pişt wan de wiha got:“Hinek hêz hene ku dixwazin peywendiyên di navbera pêkhateyan de aloz bikin. Ji ber wê jî hikûmeta xwecihî li Kerkûkê li deverên ku di 18’ê Sibata 2020’an de hilbijartin kirine. Lê em wek YNK bi israrin ku li Diyala, Selahedîn û Kerkûkê hikûmetên xwecihî ava bikin. Ya ku Herêma Kurdistanê de eleqeder jî dike, alî naxwazin eşkere bibin, bi taybetî YNK ku hêza yekeme li herêmê, ji ber ku herî zêde deng û kursî hene. Divê aliyên din û PDK hemahengiyê bikin ji bo danûstandinan, da ku em hikûmeteke xwecihî ya guncav ava bikin.” Her wiha Salar Mehmûd da zanîn ku beşek ji wan astengan navxweyî ne, beşeke din jî bi hebûna rojeva cîbicîkirina madeya 140 ya destûrê ve girêdayî ye û got: “Ger hikûmeta xwecihî kar bike, em dikarin di aramkirina rewşê de rola xwe bilîzin. Her wiha dayîna mafên cotkaran jî hinekî bi cîbicîkirina madeya 140 ve girêdayî ye.”

Divê walî Kurd be

Derbarê destnîşankirina parêzgerê Kerkûkê jî Salar Mehmûd got:“Divê ji bo Kerkûkê parêzgerekî Kurd bê destnîşankirin. Her hewlek aliyên siyasî bo destnîşankirina parêzgarekî Ereb ji bo Kerkûkê li dijî vê helwesta niştimanî ye û çend salin reklama wê tê kirin. Baştire ku YNK û PDK bi hev re lihevkirinek hevbeş pêk bînin, da ku em bikarin hinek xirabiyên ku tên kirin telafî bikin.”

Têkildarî hilbijartinê jî wiha got:“Em pêwîst dibînin ku di zûtirîn dem de hilbijartin bên kirin. Dadgeha Federal biryara xwe daye, carna em jê hez nakin. Ne ya me ye ku em wê bi dîwaneke şovenîst re bidin ber hev û paşê serî lê bidin. Lewma divê îsal hilbijartin bên kirin.” Endamê Encûmena Serkirdayetiya YNK’ê Salar Mehmûd di dawiyê de derbarê rol û bandora pêkhateyan wiha axivî:“Divê bi tevahî rol û pozisyona pêkhateyan bê dayîn da ku aliyên siyasî pêkhateyên herêmê li hindir û derveyê parlamentoyê ji bo berjewendiyên xwe bikar neynin. Pêkhateyên ku vê civakê pêk tînin di dema borî de roleke mezin di demokrasiyê de leyîstine. Yên ku ew pêkhate ji xwe re bikar anîn û destwerdana wan kir û li şûna wan nûnerên partiya xwe tayîn kirin ne em bûn.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.