• Li Elmanyayê cûreyekî kitêban di salên 1960´î de meşhûr bûn û êdî her dê û bav li vî welatî ji van kitêban ilehî ji zarokên xwe re tîne.

Li Elmanyayê cûreyekî kitêban di salên 1960´î de meşhûr bûn û êdî her dê û bav li vî welatî ji van kitêban ilehî ji zarokên xwe re tîne. Di van kitêban de nivîs nîne. Tenê wêne. Lê em behsa resmên mezin û giştî yên wisa dikin ku ji jor ve dinihêre, rengîn, henekoyî û kite bi kite cih dide tiştan. Ji van kitêban re “Wimmelbuch (kitêbên boşiyê)” tê gotin, ji ber ku detay, reng û tişt bi pirrî û boşî di wan de hene. Alfons Mitgutsch li ser daxwaz û şêwra psîkologeke zarokan dest bi çêkirina van kitêban kiribû. Weşanxaneya wî Ravensburgê da zanîn ku Alfons Mitgusch ê ku bi kurteya navê xwe

Ali Mitgutsch navdar bû, di 86 saliya xwe de 10´ê Çile miriye. 

Weşanxaneya Ravensburgê mirina Mitgusch parve kir. 

Mitgutsch bi van kitêbên xwe gelek caran xelatên “Wêjeya Ciwanan” gelek caran li Elmanyayê wergirt. 

Alfons Mitgutsch 21´ê Tebaxa 1935´an li Munchenê hatibû dinê. Wê ji bo xwe digot, “Ez yekî wisa bûm, min tim xeyal dikirin. Weke ku bi min ve bû (ev xeyalperestî). (Xelkê) ji min re digot, va ye xeyalperest hat!”

Ji bo kitêba wî ya bi navê »Rundherum in meiner Stadt (Li seranserê bajarê min)« wî sala 1969´an “Xelata kitêba ciwanan a Elman wergirt”. 

Wî bi dehan kitêb, cureyekî kitêban, gelek puzzle û resm çêkirin û sala 2017´an jî teqawît bû. 

FRANKFURT