Cehda Omer Serabî ya ji bo hunerê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 3 Îlon 2024 - 00:54

Tevî ku xwedî pêdawîstiyên taybet e jî, lê 20 sal in di maleke biçûk de karê wênesazî û şêwekariyê, her wiha 12 sal in bi karê mûzîkê ve mijûl dibe. Li gel pêşxistina hunera xwe, bi vê rêyê debara jiyana xwe jî dabîn dike.

Omer Ebdula Ezîzî bi nasnav Omer Serabî xwedî pêdawîstiyên taybet e ku li taxa Kareba ya li bajarokê Qeladiz a îdareya Raperîn dijî. Omer Serabî di sala 1971’an de li vî bajarokî jidayîk bûye û heta niha jî li vir jiyana xwe didomîne. Dema li bajarê Stenbol yê Tirkiyeyê kar dikir, di encama lêketina hesin de pişta wî dişke û her du lingên xwe winda dike.

Serabî piştî ku lingên xwe ji dest dide û vedigere Kurdistanê, li pey du hobiyên xwe yên zarokatiyê digere. Wek bi xwe dibêje bi rêya internetê xwe fêrî xêzkirina wênesazî û lêxistina bilûrê dike. Ew bi tena serê xwe di odeyeke tije huner û jêhatî de dijî. Kêmbûna lingên wî li pêşiya pêşxistina hunera wî nebûn asteng, berovajî vê yekê behremendiyên gelek bedew pêş xistiye.

Nêzîkatiya xelkê wî bêhtir teşwîq dike

Gava ku hûn dikevin hundurê malê, çavên we bi wêneyên ku berhema keda salan in dikeve. Her wiha hebûna amûrên muzîkê bala we dikişîne ku dengê def û bilûrê odeyê tejî dike. Omer Ebdula Ezîz ango Omer Serabî di derbarê çawaniya destpêkirina bi vî karî de axivî û got: “Di salên 80’yî de min dest bi karê hunerê kir ku ez wê çaxê xwendekar bûm. Ji ber temenê biçûk, min nekarî karê xwe vegerînim pîşeyî.” Serabî piştî lingên xwe di qezayekê de ji dest dide, mala xwe vedigerîne cihek gelêrî û biryar dide ku di nava hunerê de bijî û hunerê bike beşek giring a jiyana xwe. Tabloyên ku Serabî xêz dike, xelk bi baldarî nêz dibin. Ev yek jî hîn zêdetir Serabî teşwîqî hunerê dike û hunera xwe vedigerîne pîşeyekê ku bi wê debara jiyana xwe dike.

Dema min a vala nîne!

Omer Serabî wiha dibêje: “Ji bilî şêwekariyê, bi her tiştê ku jê re huner tê gotin bi taybetî jî bi muzîkê re eleqedar bûm. Nêzî 20 sal in bi karê wênesazî û şêwekariyê ve her wiha nêzîkî 12 salan e jî bi karê muzîkê ve mijûl dibim. Ti wextê min yê vala nîne, ji ber ku bi rastî jî min ji demê vale ziyanê dîtiye. Ji ber ku Qeladizê dûr bû, kesek tune bû ku alîkariya min bike. Ji bo wê min serî li torên medya dijîtal da û pirtûk û çavkaniyên din peyda kir. Niha ji bilî karê wênesaziyê, ez bi berdewamî karê mûzîkê jî dikim.” Di dewama axaftina xwe de Serabî balkişand li ser amûra bilûrê û wiha axivî: “Bilûr amêrek hewayê ye û hestiyar e. Di nava bilûrê de valahî heye, ji bo wê hunera te di wê deye ku tu bikarî pif bikî û bikarî deng jê derbixînî. Derxistina dengek hunerî ji qamîşek ku nava wê vala ye, hinek zehmet e. Salek heta du salan divê pê ve mijûl bibî heta dengê wê safî dibe.”

Bu hunerê ruhê xwe aramtir bikin

Hunermend Omer Serabî bang li hikûmetê kir ku zêdetir girîngiyê bide hunerê, ji ber ku di çanda Kurdî de hunereke pir xweş û berfireh di hemû waran de heye. Omer Serabî her wiha peyamek ji kesên xwedî pêdawîstiyên taybet û kesên din re jî ragihand û got: “Ger di dil û mejiyê wan de jêhatîbûn an hunerek hebe, ew dikarin pêş bixin. Li şûna ku hizra êşa xwe û derdora xwe bikin, xwe û derdora xwe nerehet bikin, bi amêrek muzîkê yan cureyekî din yê hunerê xwe mijûl bikin. Hem dem dibihure hem jî ruhê mirov aramtir dibe.”

ROJNEWS/QELADIZÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.