Catherine Daneuve bû posterê fermî yê Cannesê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 25 Nîsan 2023 - 02:46

Festîvala Filman a Navneteweyî ya Cannesê îsal wê ji 16 ta 27’ê Gulana 2023’yan were lidarxistin. Festîvalê, posterê xwe yê fermî belav kir. 

Dîmenê ku ji bo posterî hatiye neqenadin, dîmenê aktrîsta navdar Cathereine Deneuve ye. Divê were zanîn ku ev dîmen ji filmê Alain Cavalier yê bi navê “Heartbeat (Dilkutk)” e. Her wiha film bi navê “La Chamade” jî tê zanîn û lihevanîneke romana Françoise Sagan e. Film di sala 1968’an de hatibû çêkirin. Dîmenên filmî li bajarê başûrê Fransayê Niceyê hatibûn girtin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.