Çarşema Sor roja afirandina dinyayê 

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 19 Nîsan 2023 - 00:49

AYSEL AVESTA

 

Li gorî baweriya civaka Kurdên Êzîdî di roja çarşemê de Xweda, xwedawend û mirov digihîjin hevdu, erd û ezman dibe yek.

Ji ber vê yekê, Çarşema Serê Nîsanê pîroz e, ji ber ku pîroz e, sor e; xwîn li jiyanê digere. Pêşiyên me bi vî navî ew bi bîr anîne, jê re gotine Çarşema Sor. Di qewlekî de jî jê re dibêjin, "Çarşem perîkiras e, ji me re danî esas e, nabe xwe ji toqê bikî xelas e"

Di wê roja çarşemê de tê gotin, dema mirov berê xwe bide roja serê sibê û tîrêjên wê yên pîroz bi kefa destê xwe zeft bike û di serçavê xwe bide, jiyana berê li paş dimîne, jiyan ji nû ve dest pê dike. Di sala nû de hêvî geş dibin û mirov li dû hêviyên nû dibeze.

 

Hêk destpêka jiyanê ye

Di meha Nîsanê de di Çarşema Serê Nîsanê de, dinya diheje, ruhber ji xewa zivistanê hişyar dibin. Roj tîna xwe zêdetir dike, dar û ber, çol û çiya bi kulîlkan dixemilin. 

Nîsan dibe bûkeke xwedawendî, gul û kulîlk jî dibin xêliya wê ya sor ku berê wan kulîlkan tim li roja pîroz e, û rengên xwe ji tîrêjên wê digirin.

Ew roj, roja hêkan e. Rengê sor ê pîroz, bi hêkan re dibe yek. Hêkesor dibe bereket li nav mal û zeviyan digere. Hêk dinya bixwe ye, gilover e, li dora xwe digere. Hêk bingeha tevahiya ruhberên dinyayê ye, tov e, tuxm e, bizr e; tev ruhberên li ser dinyayê ne, gul û kulîlk in, dar in, kêzik in, sêva sor e, bizina kol e. Jixwe, di mîtolojiya Êzdiyan de jî gerdûn ji hêkekê, ji durreke mîna hêkê (yan jî hêkeke mîna durrê) peyda bûye.

 

Bazinbarên jiyanê kesk, sor û zer in

Herwiha ji rengê kesk, sor û zer yan jî sor û spî bazinbar (basimbar) tên çekirin; ev bazinên ji benên sê rengî ne. Bêrivan ji bo bereket bikeve şîrê satilên wan bazinbaran bi satilên xwe ve dikin. Ji bo pez û sewalên wan çavînî nebin û ji belayê bên paraztin, bazinbaran bi wan ve jî dikin.

Di heman demê de ew bazinbar li her ferdê malê, dost û hevalan tên belavkirin; û yên ku bazinbarî dixe destê xwe, divê miradekî bixwaze dema ku ew tayê kesk, sor û zer ji destê wî/wê ji ber xwe bikeve, wateya wê ew e ku miradê wî/wê wê pek were.

 

Di ser bûka salê re bûk nabin

Di wê rojê de keç û bûk bi xeml û xweşikbûna xwe bi Nîsanê re dikevin pêşbirkê. Bûk şarên reşê bi şirik li ser kitanên sipî girêdidin, berenîkên bi pelikên zêr hatine xemilandin li bin şarê girêdidin. Keç, şarên reş ên xetên mor di nav re derbas dibin, li ser porên xwe girêdidin û bi tacekulîlkan şarên serê xwe dixemilînin.

Li gorî baweriya civakê di Nîsanê de keç û xort nazewicin, ango dawet nayên kirin, ji ber ku Nîsan bûka salê ye. Û dibêjin, bûk li ser bûkê çênabe. Ji ber ku ew roj cejn e, divê bi kêf û şahî bê pîrozkirin. 

 

* Ev nivîs 17´ê Nîsana sala 2019´an di rojnameya me de hatibû weşandin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.