‘Êzdiyatî-1’ behsa ola qedîm dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 27 Kanûn 2024 - 00:50

XECÊ ELBÎSTANÎ

Nivîskarê pirtûka Êzdiyatî-1 Emîn Akbaş e. Pirtûk sala 2009’an li Almanyayê di nav Weşanên Yekîtiya Mamosteyên Kurd hatiye çap kirin. Bi giştî 136 rûpel e.

Pirtûka Êzdiyatî-1 bi mebesta perwerdekirina zarokên Êzdiyên li Ewropayê hatiye amadekirin. Lê her kes dikare bixwîne. Ji ber ku li ser Êzdiyatiyê têr û tije agahî tê de cîh digirin. Bi xwe li hemû cîhanê pirtûkên zarokan her tim bi agahiyên paqij û zelal tên amade kirin. Pirtûka Êzdiyatî-1 jî wisa ye. Kesên ku Êzdiyatiyê nasnakin dikarin bixwînin û ev ola me ya qedîm nasbikin.

Hin mijarên pirtûkê ev in:

Êzdî kî ye?

Xwedê

Milyaket

Danasîna Lalişa Nûranî

Hin cîhên pîroz

Tawis, Berat, Xerqe, Roj

Rojî û Cejnên Êzdiyan

Çînên Civaka Êzdiyan (Şêx, Pîr, Mirîd)

Civata Ruhanî (Mîr, Bavê Şêx, Şêxê Wezîr…)

Mînakên Diha û Qewlên cuda…

Beşek ji pirtûkê: Civata Ruhanî (R. 55)

Civata Ruhanî ya ola Êzdiyatiyê

Civata Ruhanî ya ku jê re Heyeta Ruhanî jî tê gotin, civata ola Êzdiyatiyê ya herî bilind e. Hemû biryarên kar û barên olî û civakî yên Êzdiyatiyê ji aliyê vê civatê ve tên standin. Biryarên ji aliyê vê civatê ve werin sitandin, hemû Êzdiyên li cihanê girêdidin.

Civata Ruhanî ji van kesan pêk tê:

Mir: Mirê hemû Êzdiyên li cîhanê û serokê Civata Ruhanî ye.

Bavê Şêx: Bavê Şêx yê jê re Extiyarê Mergehê ji tê gotin, ji binemala Şêxên Fexran e.

Şêxê Wezîr: Ji binemala Şêxên Şêsimsan e.

Pêşîmamê Mergehê: Ji Behzanê, ji binemala Şexê Hesen e.

Pêşîmamê Bavê Şêx: Ji binemala Şêxên Şerfedînan e.

Neqîb: Ji binemala Pîrên Hecî Elî ye.

Bavê Gavan: Ji binemala Şêxên Amadînan e.

Mezinê Qewalan: Ji binemala Dimiliyên Zerzayî ye.

Bavê Çawîş: Ji binemala pîran e.

Serderi, ango Feqirê Mala Şîxadî: Ji Şêxên Şêxûbekir an jî, ji feqîrên bi xerge ye.

*Ev nivîs ji malpera kovara Huner hatiye girtin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.