Êzidiyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cejna “Bêxwîn” anku “Xidir Îlyas” pîroz kir. Êzidiyan hêvî kir ku aştî serwer bibe û şêniyên Efrînê vegerin cih û warên xwe. Mala Êzidî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê bi boneya cejna “Xidir Îlyas” li hola Talêt Heleb şahiyek li dar xist.
Di şahiyê de, hevserokê Mala Êzidî ya Helebê Menan Cafer, endamê rêveber ê Saziya Kar û Barên Olî ya Helebê şêx Elî El Hesen, li ser navê xiristiyanan şêwirmendê miftiyê Sûriyeyê yê berê endazyar Basil Qis Nesrallah, cîgira hevserokatiya Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Arîn Henan axivîn.
Cafer cejna “Bêxwîn” li tevahî gel û pêkhateyan pîroz kir û got: “Ev civîn teqez dike ku civaka êzidî bi xwezayê ve girêdayî ye û ji bo diyarkirina rojên cejnê civaka êzidî xwe dispêre guhertinên demsalî û dîrokên çandin û çinînê.”
Dendika Rêveberiya Xweser e
Şêx Elî El Hesen jî divê hezkirin û biratî di nava tevahî pêkhate û olan de werin belavkirin û hêvî kir ku xelkê Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî vegerin gund û xaka xwe. Her wiha Qis Nesrallah jî diyar kir ku ev cejn parçeyek ji mîrasa ruhî û mirovî ye û got: “Di ola xiristiyan de “Cejna Xidir Îlyas” bi navê Mar Gerges e.” Arîn Henan jî got: “Di şahî û xemgîniya li ser bingeha rêzgirtina baweriyan de hemû pêkhate beşdar dibin. Ew yek parçeyek ji projeya neteweya demokratîke ku dendika Rêveberiya Xwesere.”
Piştî axaftinan, koma Paşeroj a zarokan û koma Stêrkên Ciwanên Lalişê ya Mala Êzidî ayînên olî yên cejna “Xidir Îlyas” xwendin.
Kesayetek asîmanî yê nemir
Cejna “Bêxwîn” anku “Xidir Îlyas” 4 hezar sal berî zayînê tê pîrozkirin. Ev cejn nîşaneya berhemdarî û çandiniyê ye. Li gorî salnameya rojhilatî (kurmancî) cejna Bêxwîn her sal rojên pêncşem û înê yên destpêka Sibatê tê pîrozkirin. Li gorî baweriya êzidî, di vê cejnê de serjêkirina qurban, rijandina xwînê û nêçîrkirin qedexe ye. Lewma navê wê “Bêxwîn” e. Beriya cejnê rojî jî tê girtin, lê ne ferz e. Bêxwîn, xwarineke taybet a vê cejnê ye. Ji 7 cureyên danên birajtî tê çêkirin. Li gorî êzidiyan, Bêxwîn ji savar, baqil, ceh, genim, kemûn, kuzbera (gijnîş), garis, dendikê berberoj, tê çêkirin. Ev dan tê bijartin û dûre bi destarê tê hêrandin.
Xidir Îlyas jî, kesayeteke asîmanî ya nemire. Berê wek periyê çandiniyê û baranê dihate zanîn. Lewma têkiliya vê cejnê bi çandiniyê û şînbûnê re heye. Cejn, tê wê wateyê ku hindek maye mewsima çandina dan û tovikan bi dawî bibe û dewreya berhemdariya axê û şaxbûna tovikan di erdê de, destpê dike.
NAVENDA NÛÇEYAN