
- Galaya fîlma Valahî ya derhêner Alî Kemal Çinar hate lidarxistin. Axêveran di bernameyê de bal hat kişandin ser girîngiya zimanê dayikê.
Yekîneya Sînemayê SineBîr a ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hatiye avakirin, galaya fîlma Valahî li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê li dar xist. Fîlma ku derhêneriya fîlmê Alî Kemal Çinar kiriye û serlîstikvan Kerem Firtina û Hîchî Demîr in. Gelek kes beşdarî galayê bûn, hêwana nîşandanê tije bû û ji ber qelebalixiyê gelek kesan fîlm li ser pêyan temaşe kir. Fîlm, behsa çîroka Baran dike ku ji ber trajedî û zextên hatine jiyîn, zimanê xwe yê dayikê Kurdî hîn nebûye û ji ber vê yekê deng ji zikê wî tê. Bi vî dengî, bal tê kişandin ser girîngiya zimanê dayikê.
Piştî nîşandana fîlm, derhêner Alî Kemal Çinar û lîstikvan hatin vexwendin ser dikê û pirsên temaşevanan bersivandin. Piştî gotûbêjê, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gultan Kişanak, ji bo ked û serkeftina wî çîçek da derhêner Alî Kemal Çinar.
‘Divê em derfetan ava bikin’
Gultan Kişanak di axaftina xwe de diyar kir ku wê girîngiya hebûna bi zimanê dayikê careke din hîs kiriye û wiha axivî: “Bi daxwaza pêşerojeke ku hemû zimanên dayikê lê azad bin, neyên qedexekirin û karibin xwe pêş bixin, em wekî Kurd berpirsiyar in ku bêtir xwedî li zimanê xwe derkevin. Em mecbûr in ji bo nifşên nû derfetên wiha ava bikin ku karibin xwedî li zimanê xwe derkevin.
Lê belê li bajaran, heke em nekaribin qedexeyên li ser zimanê xwe rakin û rewşeke polîtîk a ku hemû astengiyên li qada giştî radike ava nekin, zimanên me dê bi zehmetiyên mezin re rû bi rû bimînin. Helbet wekî civak, wekî gel û wekî kes, berpirsiyariya me hemûyan heye ku em zimanê xwe bidin jiyîn. Divê hewildan û kedek hebe. Lê ez dixwazim destnîşan bikim ku ev yek bi tenê têrê nake, divê polîtîkaya vê jî bê kirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN







