
- Festîvala Kurtefîlmên Kurdî di roja 3’yan de li City Cinema ya Silêmaniyê bidawî bû. Xelat pêşkeşî baştirîn fîlm û lîstikvanan hatin kirin û lîstikvana Kurd Rêza Mihemed ji bo kurtefîlma xwe ya “Terzî’ xelata baştirîn îstikvana jin wergirt.
Di festîvalê de 29 kurtefîlmên ji çar beşên Kurdistanê bi zaravayên cuda yên Kurdî hatin nîşandan. Festîvalê sê rojan dewam kir. Di her sê rojên festîvalê de, fîlm rojane dihatin nîşandan û jûrî jî li fîlman temaşe dikirin.
Di roja dawî ya festîvalê de, 12 xelat pêşkeşî baştirîn fîlman hatin kirin.
Berdevkê Festîvala Kurtefîlmên Kurdî Kawan Ezîz têkildarî festîvalê axivî û got; “Festîvala me piştî sê rojan bi serkeftî bidawî bû û taybetmendiyên ku divabû di fîlmên beşdar di festîvalê de hebûna, Kurdbûna naverok û pêkhateyên wan bû. Di vê festîvalê de derhênerên jin û ciwan yên navdar hebûn û nêzîkî 200 fîlm hatin berd destê me. Lê 29 fîlm hatin hilbijartin du ku di festîvalê de werin nîşandan. Armanca me ewe ku em festîvala xwe di salên pêş de jî bidomînin.”
Rêza Mihemed ku “Baştirîn Xelata Lîstikvana Jin” wergirt jî got; “Min di fîlma ‘Terzî’ de rol girt û xelat wergirt. Ev festîval ji bo hemû beşên civakê, bi taybetî ji bo jinan, girîng in. Wergirtina vê xelatê dê ji bo min teşwîqek baş be ku ez karibim karên xwe yên hunerî bidomînim.”
ROJNEWS







