Du belgefilmên balkêş li Dusseldorfê ne

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 13 Nîsan 2026 - 15:30

  • Di 3. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê de du belgefilmên balkêş hene. Yek ji van belgefilman “Niştecihê Bêwar” û yê din jî “Mugarik Gabe-Bêsînor” e.

Rootless Resident (Niştecihê Bêwar) çîroka Hesinkar Yervant Demirci tîne ber perdeya spî. Hesinkar Yervant li Dêrika Çiyayê Mazî ji dayîk bûye. Berê hînî kurmancî bûye û axiviye. Piştre dest bi dibistanê kiriye û fêrî tirkî bûye. Ew Ermen e. Bar kiriye û çûye Konstantînapolê û Taxa Ermenan (Samatyayê) bi cih bûye. Kokên xwe ji bîr nekiriye û li Samatyayê fêrî zimanê Ermenî bûye.

Hesinkar Yervant li Dêrikê, Konstantînapolê û li Ermenîstanê herêma Ayntapê jiyan kiriye. Derhêner Riza Oylum bi vê dokufîlmî çîroka Hesinkar Yervant Demirci aniye ziman. Bi tevî jiyana wî rewşa civakî, polîtîk û dîrokî jî analîz kiriye.

Navê dokufîlmê çima “Niştecihê Bêwar” e? Pêwîste her kes li cem xwe bersivekê bigere… Gelo çima Hesinkar Yervant niştecihekî bêwar e?

 Muzîka du welatan; Bask û Kurdistan

Mijara dokufîlmê balkêş e… Derhêner, muzîka du welatan, welatê Bask û Kurdistanê lêkolîn kiriye. Dibe ku her du welat ji hev dûr in. Lê dema ku mirov dokufîlmê temaşe dike dibîne ku berxwedan, tekoşîn û çanda wan girêdayî hev in û hevûdu piştrast dikin.

Di nav lîstikvanên dokufîlmê de Stranbêj Mizgîn Tahir jî cih digire. Lîstikvan, çêker û piştgiriyên “Mugarik Gabe-Bêsînor” ev in: Ingot (Itziar Ituño, Roberto Awanari, Juanpe Salvador. Joseba Serna, Roberto Figuero), Ines Osinaga, Jon Maia, Onur Kepenek, Yado Uzun, Mizgîn Tahir, Janire Egaña, Chris O’Shea, Azibar Terreros, David Espinaco. Darnel Orueta, Issa Issa.

Çêkerê dokufîlmê Mugarik Gabe Collective, di nivîsa xwe ya danasînê de ji bo dokufîlmê dibêje: Fîlm nîşan dide ka huner û muzîk çawa dibin zimanekî hevpar ku dikare sînoran derbas bike. Ew têkiliyên kûr ên di navbera du gelan de eşkere dike û rêwîtiyek mirovî ya hevgirtinê, bîranîn û lêgerîna azadiyê nîşan dide. Fîlm muzîkê wekî qadeke berxwedanê pêşniyar dike ku sînor tê de winda dibin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.