Li Şengalê Pirtûkxaneya Pîr Çeko vebû

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 13 Nîsan 2026 - 14:30

Li navenda Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê ya Duholayê Pirtûkxaneya Şehîd Pîr Çeko bi merasîmekî hate vekirin. Xelkê Şengalê û ciwan eleqeyeke zêde nîşanê vekirina pirtûkxaneyê dan ku bi sedan pirtûkên bi Kurdî û Erebî têde heye.

Piştî pirtûkxaneya ciwanan a Şehîd Vejîn a li Xanesorê, Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê li navenda xwe ya Duholayê jî bi navê şehîd Pîr Çeko pirtûkxaneyeke din vekirin. Li gel amadebûna beşek ji ciwanên Êzidî, endamên Komînên Gel ên gund û saziyan jî tevlî merasîma vekirinê bûn.

Bi navê ciwan û xelkê tevlî vekirina pirtûkxanê bûn Hevberdevka Komîna Gel a Zorava axivî û pirtûkxaneyê li hemû ciwanan û xelkê Şengalê pîroz kir û got: “Ev pirtûk ji aliyê ciwanên Êzidî ve hate vekirin, em kêfxweş dibin ku ciwanên me van pirtûkan bixwînin.’’

Paşê gel bi tilîlî û çepikan ketin pirtûkxaneyê û wêneyê Şehîd Pîr Çeko ku weke diyarî anîbûn, diyarî pirtûkxaneya ciwanan hate kirin.

Di pirtûkxaneyê de pirtûkên Erebî, kurmanciya Aramî (Behdînî) û Erebî hene. Di pirtûkxaneyê de pirtûkên Rêber Apo, pirtûka Şehîd Zekî Şengalî, pirtûka li ser jiyannameya Şehîd Sakîne Cansiz, gelek pirtûkên wêjeyî, li ser dîrok, çand û baweriya Ezidî û Ezdayetiyê, pirtûkên şehîdên Şengalê û gelek pirtûkên din hene.

ROJNEWS

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.