Sûcên li dijî Êzidiyan bû pirtûk

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 13 Tebax 2024 - 00:46

Li hola Xak ya li bajarê Silêmaniyê bi amadebûna beşek ji nivîskar, wergervan û rewşenbîrên Silêmaniyê, merasîmek ji bo nasandin û belavkirina pirtûka ‘Li ser sucên li dijî Êzidiyan hatine kirin, sererastkirina qanûnî’ ya nivîskar Dilpak Tahîr, hate lidarxistin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan destpê kir û piştre ji aliyê nivîskarê pirtûkê û amadekarên merasîmê ve gotar hatin pêşkêşkirin.

Nivîskara pirtûkê Dilpak Tahîr di merasîmê de axivî û got: “Hemû sucên ku di dîrokê de li dijî Êzidiyan têne kirin, taybet sucê ji aliyê DAIŞ’ê ve li Şengalê hatî pêkanîn, li gorî yasa û hemû lihevkirinên navneteweyî, jenosîdek hovaneye. Lê nayê famkirin ku çima heta niha civaka navneteweyî li ser vê sucê mezin bêdenge û hevdengiyek topyekûn ji bo cezakirina kirdarên jenosîda Êzidiyan nîne?”

Dilpak Tahîr destnîşan kir ku ev pirtûk qala hiqûqa navneteweyî, peymanên li ser parastina civakan û mafên mirovan, neheqiyên dîrokî di dadgehkirina sûcdarên şer û tawanên li dijî mirovahiyê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de, dike.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.