- Schieder: Li Tirkiyeyê rewş pirr xirab e. Heta ku Abdullah Ocalan di hepsê de ye hiqûq tine ye. Maneyeke sembolîk a azadiya Ocalan heye, ew azadiya gelan e.
ERDAL BAZ / BRUKSEL
Konferansa Kurd a li Parlamena Ewrûpayê (PE) îsal cara 18’an bi rê ve çû. Îsal jî bi dehan siyasetvan, akademîsyen, rewşenbîr, parlamenter û rojnamevan di konferansê de ahzir bûn. Li konferansê nûnerên çar hêlên Kurdistanê û nûnerên partiyên siyasî yên li Parlamena Ewrûpayê jî hebûn. Di konferansa îsal de di minaqeşeyan de ya derkete pêş mirov dikare bi kurt Kurmancî wiha îfade bike: Azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê bibe çareserî. Konferans bi pêşengiya Komîsyona Sivîl a Yekîtiya Ewrûpayê û Tirkiyeyê (EUTCC) pêk tê û sermijara konferansê îsal “Yekîtiya Ewrûpayê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd” bû û doh û pêr bi rê ve çû.
Di her du rojan de jî di konferansê de beşdaran ji bo aştî û çareseriyê xwest Rêber Abdullah Ocalan fizîkî azad bibe. Qisekeran îşaret bi hewcebûna derxistina navê PKK´ê ji lîsteya rêxistinên terorîst jî kir.
Tirkiye êrişkar e
Seroka EUTCC’yê ya Norwêcî, akademîsyena Zanîngeha Bergenê, Kariane Westrheim got, lazim bû êrişkariya dewleta Tirk li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê bibe sedema fikaran û êrişkariya desthilata Tirk li dijî Kurdên Bakur jî bi bîr xist: 20 hezar girtiyên siyasî hene li Tirkiyeyê.
Ocalan her li aştiyê difikirî
Westrheim got, ji ber ku kes dengê xwe nake, dewleta Tirk êrişên xwe yên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê “bêrehm dewam dike”. Westrheim îşaret bi giringiya piştgiriya navneteweyî ji bo gelê Kurd kir û got, “Lazim e lîderê Kurd Abdullah Ocalan serbest bibe”. Wê bi bîr xist ku ji 10´ê Cotmehê ve kampanyayeke navneteweyî ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi rê ve diçe û got, ji damezirandina PKK´ê ve Ocalan her li aştiyê difikire.
Kariane Westrheim got, aliyekî sêyem heger bibe navberkar, “Aştî hingê wê mumkin be. ev hêvî lazim e zindî be. Ez bang li Parlamena Ewrûpayê dikim, destekê bide vê vîzyonê û ji bo vê hewl bide.”
Derxistina PKK´ê ji lîsteyê
Di rûniştinên roja yekê de cihgirê serokê PE´yê yê ji koma Çepa Kesk a Ewrûpa, Dimitrios Papadimoulis ê Yewnan got,“Mafên Kurdan û rexneyên li rêveberiya Tirk, ji rojevên giring ên PE´yê ne, lê Komîsyon û Konseya ewrûpayê vê li pêş nagirin.”
Dimitrios Papadimoulis got, ew destekê didin têkoşîna Kurdan, xebatên lobiyê ji bo wan dikin û wiha dewam kir: “Lazim e bi Tirkiyeyê re diyalogege nû were bipêşxistin û em behsa aştiyê bikin. Ji ber wê divê em PKK*ê ji lîsteya rêxistinên terorîst derxin.”
Ocalan di hepsê de be hiqûq nîne
Parlamenterê PE´yê yê ji Awusturyayê yê ji Tifaqa Pêşverû ya Sayalîst û Demokratan, Andreas Schieder jî di axaftina xwe de balê bire ser giringiya azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û got, “Li Tirkiyeyê rewş pirr xirab e. Heta ku Abdullah Ocalan di hepsê de ye hiqûq tine ye. Maneyeke sembolîk a azadiya Ocalan heye, ew azadiya gelan e. Heta ku tecrîdkirina Ocalan dewam bike û Erdogan desthilat e, nabe ku em behsa hiqûqê bikin.”
Dubendiyeke berê nedîtî
Hevseroka partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çigdem Kiliçgun Uçar, bi Kirmanckî got, desthilata Erdogan dubendîbûneke berê nedîtî li Tirkiyeyê çêkiriye û di hilbijartinan de wan nekariya li dijî Erdoganparêziyê bikin ku hêvî bi ser keve. Uçar di dewamê de wiha behsa encamê kir: “Ev meclîs, meclîsa herî îslamiya siyasî, herî muhafezekar û herî neteweperest e. Bi vê hilbijartinê xwestin bi rêya Hüda Parê tamponekê deynin pêşiya destketiyên Kurdan. Dixwazin nûneriyeke nû ya bê hafize ya Kurd ava bikin.”
Berpirsiyariya Yekîtiya Ewrûpayê ye
Parlamentera Swêdê ya PE´yê ya ji Kurdistanê Evîn Încî jî xwest xwedî li vê meseleyê bê derketin û wiha peyivî: “Kurd ne tenê li Tirkiyeyê, li her devera ku lê ne, di bin zextê de ne. Malbata min ji Licê ye, gundê wan hat şewitandin. Ji ber vê Tirkiye li Dadgeha Mafê Mirovan a Tirkiyeyê mehkûm bû. Kurd tinkî tenê weke hêz li dijî DAIŞ´ê şer dikin, lê ne xema dinyayê ye. Heger Kurd nebûna, ne tenê DAIŞ, îdeolojiya wê jî li dinyayê hemûyî belav bûbû. Lazim e doza Kurdistanê di rojeva her kesî de be. Ev mesele berpirsiyariya Yekîtiya Ewrûpayê ye.”
Lozanê feyz da Naziyan jî
Di roja duyem de di rûniştina yekê de ji Zanîngeha Zurichê Hans-Lukas Kieser bal bire ser Peymana Lozanê: “Ev peyman tam felaketek bû. Kurd bêyî ku bibin xwediyê mafê hindikahiyan, bûn hindikahî. Bi Peymana Lozanê re, projeya Anatola pirrengî jî avêtin çopê. Li şûna wê profîleke unîter, navendperest û neteweperest a Tirkiyeyê derket pêş. Nazî xweş di vê gihîştin. Wan fezy ji Peymana Lozanê girt.”
Ji zanîngeha Bielefeldê Jan Yasîn Sunca jî got, meseleya Kurd, meseleyeke navneteweyî ye û bal bire ser wê yekê ka çawa PKK xistine “lîsteya Rêxistinên terorê”. Wî got, “Kurd şerê welatên rojava nakin, ew ji bo azadiya xwe têdikoşin.”
Ji Rojhilata Navîn re modelek
Siyasetvan Nursel Aydogan, behsa alternatîfbûna Rojava kir û got, “Şoreşa Rojava, nîşan da ku mirov dikare bi tevahiya gel û çandan re wekhev û azad di nava aştiyê de bijî. Hewl didin vê ava bikin. Îdeolojiya ku xwe disipêrinê ji paradîgmaya Abdullah Ocalan e. Ev paradîgma ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûrî, lê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn modelek e. Tecrîd çaresernekirin e. Heger tecrîd betal bibe, wê şert û mercên çareseriyê û aştiyê peyda bibin.”
Ewrûpa şirîkê sûcên Tirkiyeyê ye
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah jî bal bire ser siyasetên qirkirinê li dijî Kurdên Rojava û got, “Bi koçberkirina bi darê zorê û siyasetên qirkirinê, hewl didin demografiyê biguherînin û ev rewş gelekî bi tehlûke ye. Hêzên navneteweyî jî bi destûran û firotina sîlehan dibin şirîkê şerê dewleta Tirk ê li Kurdistanê. Li dijî qirkirina li dijî kurdan û gelên din ên li herêmê lazim e helwêsteke xurt bê nîşandan. Droneyên Tirk li Rojava her roj bombeyan dibarînin. Mirovan qetil dikin. Mirovan bê dadgeh dikujin.”
Înşakirina nehiqûqîbûnê
Di rûniştina sêyem a doh de, ji partêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Raziye Ozturk got, “Xwe lê diceribînin ku hewldanên me yên hiqûqî jî pûç bikin. Rastiyan ranagihînin. Weke çareya dawiyê me miracaetî Komîteya Mafê mirovan a Neteweyên Yekbûyî kir. Me her wiha daxwaza girtina tedbîrê jî kir. Li Îmraliyêtişta diwewime, ew e ku nehiqûqîbûn xwe ava dike. Em dikarin bi hev re dikarin tecrîdê bişikînin.”