- Kovara “Temaşe” ku her werz û demsalê hejmarekê diweşîne û bi mijarên sînemayê dadikeve, bi hejmara xwe ya 6’an derket pêşberî xwînerên sînemayê.
Kovara “Temaşe” ku her werz û demsalê hejmarekê diweşîne û bi mijarên sînemayê dadikeve, bi hejmara xwe ya 6’an derket pêşberî xwînerên sînemayê.
Kovara Temaşe hewl dide bi şêwezarên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî gotar û nivîsên sînemayê bigihine sînemahezan. Kovarê di vê hejmarê de bi sînemavanê kurd Îbrahîm Seîdî re li ser sînemayê peyiviye. Her wiha bi sernavê “Derhênerekî serbixwe û mînimalîst Jim Jarmusch” derbarê derhênerê Emerîkî Jim Jarmusch de jî nivîsek heye. Dîsa bi şêwezarên Kirmanckî û Soranî gotar hatine nivîsandin. Kovara Temaşe weke e-kovar derdikeve.
NAVENDA NÛÇEYAN