Çapa duyem a kitêba li ser Ocalan

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 3 Kanûn 2020 - 22:50

  • Çapa duyem a kitêba bi navê Die Überwindung der kapitalistischen Moderne: Eine Einführung in die politische Philosophie Abdullah Öcalans (Bihurîna ji modernîteya kapîtalîst: Destpêkek li ser fîlozofiya siyasî ya Abdullah Ocalan) derket.

Çapa yekem a pirtûka rojnamevan-nivîskar Peter Schaber a li ser kuliyata Abdullah Ocalan piştî çapê bi çend hefteyan qediya.

Kitêba bi navê Die Überwindung der kapitalistischen Moderne: Eine Einführung in die politische Philosophie Abdullah Öcalans (Bihurîna ji modernîteya kapîtalîst: Destpêkek li ser fîlozofiya siyasî ya Abdullah Ocalan), Mijdara bihurî hatibû weşandin. Weşanxaneya Unrast (Unrast Verlag) da zanîn ku çapa yekê ya kitêbê di nava çend hefteyan de bi temamî hatiye firotin û ew niha çapa diduyê amade dikin.
Weşanxane ji ber elaqeya zêde metelmayî ye.

Nivîskarê pirtûkê Peter Schaber jî ji ANF´ê re dibêje, “Elaqeye ewqasî mezin a ji bo vê pirtûkê, nîşana wê yekê ye ku her roja diçe elaqeya ji bo ramanên Ocalan zêde dibe.”

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.