Festîvala Filman a Cannesê ku li Fransayê ye, îsal cara 74’an tê lidarxistin. Festival par ji ber koronayê hatibû betalkirin û taloq bûbû. Festîvala ku her sal meha Gulanê de dihat lidarxistin, îsal wê di navbera 6-17 Tîrmehê de deriyê xwe li sînemahezan re veke.
Ji bo îsal derhêner Spike Lee dê serokatiya juriyê bike. Lee, par ji bo serokatiya juriyê hatibû hilbijartin lê ji ber ku festival taloq bû, wî nikaribû peywîra xwe bi cih bîne.
Filmê destpêkê Annette
Di 7’ê Tîrmehê de roja destpêka festîvalê, filma derhênerê navdar Leos Carax ya bi navê “Annette” wê were nîşanan. Ev film, filma dawî ya Carax e û bi şêwaza muzîkal hatiye çêkirin. Di filmê de lîstikvanên navdar Adam Driver û Marion Cotillard wek lîstikvanên sereke cih digirin. Her wiha lîstikvan Simon Helberg jî di kadroya filmê de ye. Ev film di heman demê de di pêşbirka fermî ya festîvalê de jî cihê xwe wê bigire.
Tê gotin ku Carax cara pêşî ye filmeke bi Ingilîzî çêkiriye û dîmenên vê filmê li Los Angelesê girtine. Di filma Annette de Adam Driver bi navê Henry komedyenekî stand-upê temsîl dike û evîndarê stranbêja operayê ya navdar Annê (Marion Cotillard) ye. Piştî ku zarokeke wan ya bi navê Annette çêdibe, jiyana wan jî bi vê zarokê re serobino dibe.
NAVENDA NÛÇEYAN