Qeyûmên dagirker ên ku nikarin şaredariyên li Kurdistanê bi rê ve bibin, niha jî yek bi yek mal û milkên şaredariyan difiroşin. Şaredariya Cizîrê ku ji aliyê qeyûm Nazli Demîr ve hatiye dagirkirin, niha yek bi yek milkên şaredariyê difiroşe. Herî dawî jî Mala Dengbêjan ji Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeyê re hate veqetandin û dê ji aliyê Lîseya Hunerê ve bê bikaranîn. Qeyûm Demîr di 7'ê Tebaxê de di civîna bi Meclîsa Şaredariyê re bi şertê ku qada Dibistana Seretayî ya Fatîhê radestî şaredariyê bê kirin, xaniyê dîrokî texsîs kir.
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Dûrgût û Mehmet Guleş, derbarê mijarê de peyivîne bi hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû re ya ku qeyûm şûna wê dagir kiriye. Ew her wiiha bi endamên Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek hunermend Ûmût Botan û Dengbêj Mihyedîn Dûymak re jî axivîne.
Siyaseta talanê ya qeyûman
Hevşaredar Berîvan Kûtlû, diyar kir ku di bingeha tayinkirina qeyûman de qirkirina çandî heye û got: “Armanca qeyûman hem qirkirina fîzîkî û hem jî ya çandî ye. Vegûherandina Mala Dengbêjan ne bûyereke ji rêzê ye. Ji ber ku ev siyaseta ku bi salane li ser gelê kurd tê meşandin bi serbixwe nayê meşandin. Çawa ku her roj ciwanên kurd tên qetilkirin, çiyayên wan tên bombebaran kirin, siyasetmedar tên girtin, gel ji cih û warê xwe tê koçberkirin, dest dirêjiya li ser deskeftiyên kurd jî perçeyek ji vê siyasetê ye. Şaredariyên ku ji hêla qeyûman ve tên birêvebirin talan dikin. Qeyûm giringiya Dengbêjiyê dizane, ji ber wê êrîş dike. Em li dijî vê talanê ne û li dijî vê talanê em ê bertekên xwe bidomînin. Li Cizîrê çend cihên ku nehatine firotin mabûn, ew jî firotin. Cihên ku niha têne firotin dahatek mezin ji şaredariyê re tîne. Ji ber wê van cihên ku di xizmeta çanda gel de ne, ji bo berjewendiyên xwe bikartînin.”
Mala Dengbêjan dîrok û çand bû
Hunermend Ûmût Botan jî da zanîn ku qeyûm bi vê yekê çanda kurdî dide jibîrkirin û got; “Armanca avakirina Mala Dengbêjan naskirina çanda Cizîra Botan bû. Ji bo ku ev dîroka kevnar bikaribe bijî, li gorî rastiya Cizîra Botan hatibû avakirin. Ji xwe avahî jî avahiyeke çand û dîrokî ye. Şaredarî dema ku di destê DBP'ê de bû ev der ji çandê re hate veqetandin û xebatên çandî û hûnerî hatin meşandin. Gelek kesên ku ji derve dihatin jî cihê sereke ku dihat ziyaretkirin Mala Dengbêjan bû. Ji ber ku Mala Dengbêjan dîrok û çand bû. Ji ber wê jî cihekî girîng e.”
Divê weke xwe bimîne
Dengbêj Mihyedîn Dûymak jî helwêst nîşanî tahsîskirina Mala Dengbêjan da û got: “Kurdan di dîrokê de heta niha çanda xwe, zimanê xwe her tim bi dengbêjiyê parastiye. Bi saya dengbêjiyê tekoşîna xwe, evîna xwe, êş û kedera xwe aniye ziman. Heke dewletek bixwaze ku êriş bike ewilî êrişî ziman û çanda wî gelî dike. Dema ku çand û ziman serdest kirin êdi hebûna wî gelî jî namîne. Erîşa li ser çand, li ser ziman û li ser mala dengbêjan jî beşek ji van êrîşane. Erîşa li ser Mala Dengbêjan nayê qebûl kirin û divê ku herkesek li dijî vê helwesta xwe nîşan bide. Ev Mala Dengbêjan maleke dîrokî ye û divê ku weke xwe bimîne. Gel bernameyên xwe yên çand û ziman li wir li dar dixistin. Xelk li vir li dengbêjên xwe guhdar dikirin. Ji ber vê ez bang li gel dikim ku gel li dijî vê pêkanîn qeyûm sekna xwe diyar bike. Ji bo çand û zimanê me çi pêwîst bike û bikeve ser milê me em ê bikin.”
ŞIRNEX