Ji bo aştiyê êrişan rawestînin
Sêşem 21 Çile 2025 - 03:05
Êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê didomin. QSD, YPJ û YPG li dijî êrişan herême diparêzin. Êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê jî didomin. Gelên li herêmê li dijî êrişên Tirkiyeyê 14 roj in xwe kirine mertalên zindî û nobedê digrin. Dewleta Tirk welatiyên di nobedê de ne hedef digire û zarok, jin, kal û pîr di nav de xelkê sivîl qetil dike. Di çarçoveya çalakiyên li dijî êrişan de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê çalakiya nobedê hat lidarxistin. Yek ji welatiyê tevlî çalakiya nobedê bibû Umît Aşkin anî ziman ku ew ji bo êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê rawestin çalakiya nobedê li dar dixînin û got:“Tu carî zilm bi serneketiye. Ji kesên ku zilmê dikin re jî em dibêjin dev ji zilma xwe berdin û em bikarin bi hev re jiyaneke wekhev bijîn. Banga me ya li gelê Kurd jî ew e ku yekitiya xwe ava bikin û li dijî vî şerî xwedî sekin bin.”
Bi êrişan aştî pêk nayê
Rûken Bayik jî anî ziman ku ew li dijî şer in û got:“Bi şer û kuştinan nikarin Kurdan xilas bikin. Em jî ji bo şerê li Rojava raweste hatin li vir û çalakiya nobedê li dar dixînin. Banga me ji gelê Kurd re jî ew e ku xwedî li Rojava derbikevin.”
Abdûlvahap Altmiş jî destnîşan kir ku ew aştiyê dixwazin û got: “Tirkiye ne ji dil e. Lê baweriya me li me heye. Bi êrişkirina Rojava re aştî jî pêk nayê. Ji aliyekî ve dibêjin aştî û ji aliyê din ve Kurdên li Rojava bombebaran bikin em vê qebûl nakin.”
Ali Gun jî diyar kir ku ew ji bo piştgiriya li Rojava tev li nobedê bûne û got:“Ew dema dibêjin ’em xwişk û birayê hev in’ jî ji xwe re xwişk û birayên kole digerin. Lê gelê Kurd jî ne gelê beriya sed salan e. Gelê Kurd jî têra xwe dîtiye û têdikoşe.”
Weke Kobanê biser dikevin
Welatiya bi navê Aynûr Elçioglû jî got:“Weke jin û dayikekê ez jî dixwazim ev şer bisekine. Rojava her tiştê me ye. Çi dibe bila bibe em ê xwedî li Rojava derbikevin. Banga me ji hemû gelê Kurd ew e ku yekitiya xwe ava bikin û vê koletiyê qebûl nekin. Em edî vê koletiyê qebûl nakin. Em bi hevî ne ku weke Kobanê em ê biser bikevin.”
AW/ŞIRNEX