Lîstikvan û derhênerê şano û sînemayê Dr. Ecac Salim, hevjîna wî Salwa Hana û yek ji şagirtên wî ji bajarê Dûmaya Şamê hatin herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da ku piştgiriyê bidin huner û sînemayê. Ecac Selîm niha bi Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê re hevkariyê dike.
Dr. Ecac Selîm Beşa Felsefeya Zanistên Hunerî/Beşa Derhêneriyê li Akademiya Şano, Muzîk û Sînema ya Rûsyayê xwendiye û derhêneriya 40 şanoyan kiriye. Selîm di sala 2011’an wek rêveberê Beşa Sînemayê li Zanîngeha Erebî ya Navneteweyî û rêveberê Enstîtuya Bilind a Hunerên Şanoyê kar kiriye. Her wiha wek rêveberê giştî yê şano û muzîkê, rêveberê Şanoya Neteweyî, rêveberê hunerî yê Şanoya Neteweyî ya Şarîqayê xebat daye meşandin. Selîm gelek festîvalên şano û hunerî bi rê ve birine.
Selîm dixwaze ezmûna 30 salî ya di warê huner, şano û sînemayê de bigihîne Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ecac Selîm ji ber hatina xwe ya Rojava û beşdariya Newrozê kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Min pêxistina meşaleya azadiyê dît. Ez hêvî dikim ku Rojava her tim di nava xêr û xweşiyê de be."
Serweta mezin mirov bi xwe ne
Selîm ezmûna çand û hunerê ya Kurdên li Sûriyeyê wek girîng nirxand û got: "Min bi bawerî, rêzdar û hezkirina bûyerên li Rojava dişopand. Ez dikarim bêjim ku ezmûnên civakî, aborî, siyasî û hunerî ya xelkê me yê Kurd ê li Sûriyeyê girîng e. Ev herêm xwedî hunermend, muzîkjen, şêwekar û sînemageran e." Selîm anî ziman ku herêma Cizîrê ya Sûriyeyê di warê çandinî û xêr û bêra xwe dewlemend e û wiha pê de çû: "Serweta herî girîng a li vê herêmê mirov bi xwe ne. Îsbata vê yekê jî; tevî alozî, şer û rewşên zehmet mirovên li vê herêmê man û her tim meşaleya azadiyê pêdixin."
Modeleke girînge ji bo xelkên Sûriye
Selîm di dewama axaftina xwe de pesnê ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û ev li gotinên xwe zêde kir: "Li vir modeleke sûriyeyî ya pir girîng ji bo hemû herêmên Sûriyeyê heye. Ji xwezaya têkiliyên di navbera xelkê de heya atmosfera demokratîk, ev yek bi gelek awayan; çi bi xebatên hunerî yan siyasî yan rasterast an jî bi pirrengiya siyasî diyar dibe." Ecac Selîm bal kişand ser rola jinan û got: "Fikra ku baş dizanim, nêzîkatiya şaristanî, rola jinan di jiyanê de û her wiha her sê tiştên bedew (ekolojî, mafên jinan û demokrasî) li vir dixuyan. Ev hemû ders ne tenê dersên teorîk bûn."
Divê ez ezmû bibe îlham
Selîm bi bîr xist ku li Sûriyeyê Kurdan gelek êş kişandin, li herêmên xwe hatin paşguhkirin û mafê naskirina zimanê kurdî wek zimanekî fermî li kêleka zimanê erebî ji gelek mafên din bê par hatin hiştin. Ecac Selîm her wiha got: "Dê di asta akademîk de xebat bê kirin û komên hunerî li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên avakirin. Dê fîlm û şanoyê li herêmê bên pêşxistin. Potansiyel û xeyal hene, rêveberî bi çand û hunerê û rola wan re eleqedar e." Selîm kêfxweşiya xwe bi ezmûna çandî ya li herêmê anî ziman û diyar kir ku xwestek hene ku ev ezmûn belav bibe. Ecac Selîm di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê tevahî sûriyeyî ezmûna çand û hunerê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin û got: "Dibe ev ezmûn ji bo çalakiyên çandî û hunerî li Sûriyeyê, bi taybetî di pêvajoya kirîtîk de bibe îlham."
ANHA/QAMIŞLO