Dixwazim bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim
Şemî 24 Gulan 2025 - 03:10
Şêniyên bajarê Til Temirê piştgirî dan qonaxa sêyemîn a pêngava navneteweyî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirîka Kurd re çareserî" ku dê di demeke nêz de bi dirûşma "Dixwazim bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim" dest pê bike.
10’ê Cotmeha 2023’yan bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" pêngaveke navneteweyî hatibû ragihandin. Di çarçoveya pêngavê de li gelek welatên cîhanê çalakî hatin lidarxistin. Di Adara 2024’an de pêngav derbasî qonaxa duyemîn bû.
Piştî ragihandina "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de, çav li rê ye ku qonaxa sêyemîn a pêngava navneteweyî bi dirûşma "Dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim" were ragihandin.
Têkildarî pêngavê şêniyên bajarê Til Temirê nêrînên xwe anîn ziman.
Îbrahîm Elo îşaret bi vê yekê kir ku dîtina Rêber Abdullah Ocalan mafekî siyasî û mirovî ye û got: "Rêbertî girtiyekî ji rêzê nîn e, lê belê ronakbîrekî navneteweyî ye, berhemên wî yên felsefekîk û pirtûkên wî li gelek welatên cîhanê wekî wane tê dayîn." Her wiha da zanîn ku tecrîda wekî sûcekî qanûnî û mirovî bi nav kir.
Leyla Ruqyedîn jî bi van gotinan piştgirî da pêngavê: "Em jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin pêngavê, ji ber ku Rêber Abdullah me di aliyê fikrî de azad kir. Em tecrîdê qebûl nakin û diyar dikin ku li gorî qanûn û peymanên navneteweyî, mafên rewa yên Rêbertî hene ku bi malbata xwe re hevdîtinê bike."
Elî Elî jî îşaret bi vê yekê kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ne tenê daxwazeke siyasî ye, gaveke cewherî ya ber aramkirina Rojhilata Navîn ve ye û got: "Azadiya wî mifteya bidawîkirina şeran e."
ANHA/HESEKÊ