Paşguhkirina mafê hêviyê binpêkirin e
Sêşem 27 Gulan 2025 - 03:05
Çalakvanên mafên mirovan li kantona Tebqayê wiha gotin:” Qedexekirina hevdîtinên malbatê û parêzeran bi rêbertî re û nezelaliya di derbarê tenduristiya wî de, binpêkirina mafên bingehîn e."
"Mafê hêviyê" prensîbeke qanûnî ya mafên mirovan a Ewropî ye, û ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve di biryara sala 2013`an de erê kir, ku li gotî biyarê cezayên heta hetayê bêyî derfeta berdanê, kiryareke nemirovî ye û xala (3) ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê dike.
Di vê çarçoveyê de çalakvanên mafên mirovan li kantona Tebqayê fikarên xwe li ser nebûna gavên yasayî ji bo pêkanîna vê prensîbê der barê rêberê Abdullah Ocalan de ku zêdetirî 25 sal in di girtîgehê de ye, anîn ziman.
Endamê Yekîtiya Parêzerên Tebqayê parêzer Mehmûd El Xebaş diyar kir ku hemû şert û mercên Rêber Abdullah Ocalan ji bo mafê hêviyê pêkan in, weke dema dirêj ya girtinê, temenê wî yê mezin û rewşa tenduristiyê. Her wiha got ku "ne pêanîna vî mafî mebestên siyasî nîşan dide bûyeke alaveke fişarê li ser gelê kurd û mafên wî yên sivîl û siyasî. "
Parêzer Ehmed Mihemed Xidir jî destnîşan kir ku "qedexekirina hevdîtinên malbatê û parêzeran bi rêbertî re û nezelaliya di derbarê tenduristiya wî de, binpêkirina mafên bingehîn e."
Parêzer Mehmûd Hemşo jî got, "Dawamkirina vê nêzîkatiyê baweriya cîhanê bi Tirkiyê têk dibe û nîşana wê yekê ye ku Tirkiyê rêzê nade berpirsyariyên xwe yên mafên mirovan. "
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN