Hevdîtina bi Ocalan re mafekî qanûnî ye

Duşem 26 Gulan 2025 - 03:00

Parêzeran diyar kir ku daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re mafekî qanûnî û mirovî ye û gotin:"Li gorî qanûnê navneteweyî, girtiyên ku 70 sal di girtîgehê de derbas kiribin, dikarin serbest bên berdan an ji ji bo hebsa malê were veguhestin."

10’ê Cotmeha 2023’yan bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" pêngaveke navneteweyî hatibû ragihandin. Di çarçoveya pêngavê de li gelek welatên cîhanê çalakî hatin lidarxistin. Di Adara 2024’an de pêngav derbasî qonaxa duyemîn bû.

Piştî ragihandina "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de, çav li rê ye ku qonaxa sêyemîn a pêngava navneteweyî bi dirûşma "Dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim" were ragihandin.

Têkildarî pêngavê parêzerên ji bajarê Hesekê nêrînên xwe parve kirin.

Parêzer Kawa Fatimê diyar kir ku pêngava navneteweyî ya ku dê bi dirûşma "Dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim" were ragihandin berdewama pêngavên ku ji Cotmeha 2023`yan ve ye û wiha dom da axaftina xwe: "Pêngavê raya giştî ya cîhanê livand, xwe li ser maseyên nîqaşên siyasî ferz kir û bû rojeva Yekitiya Ewropayê. Di encama zexta siyasî û ya gel de desthilata Tirk rê da ku serdan bê kirin.”

Kawa Fatimê bi bîr xist ku li gel derbasbûna 25 salan di ser girtina Rêber Abdullah Ocalan re, lê di destûra Tirkiyeyê de û li gorî qanûn naveteweyî divê mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan were bicihanîn û serbest were berdan.

Parêzer Ala Mihemed Emîn da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ji bo aştiyê gelek caran bang kiriye û got: "Lê dewleta Tirk siyasetên xwe yên çewisandinê li dijî gelê herêmê didomîne û çareseriyên siyasî û aştiyane red dike. Li gorî qanûnê navneteweyî, girtiyên ku 70 sal di girtîgehê de derbas kiribin, dikarin serbest bên berdan an ji ji bo hebsa malê were veguhestin. Daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re xwestekeke qanûnî ye."

ANHA/HESEKÊ/BILIND HECÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.