Albûmeke dîrokî; Derdo

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 27 Gulan 2025 - 00:55

  • Derdo, navê albûma stranbêj Mahmut Baran e. Ew di starênên xwe yên di vê albûmê de bi bûyerên dîrokî daketiye. Kurê wî Alî Baran behsa sepêhatiyên stranên bavê xwe dike.

Heta sala 1992, HUNERKOMê li ser kasetan gotinên stranan nenivîsandiye. Tenê navên stranan nivîsandiye. Me kaseta nemir Mahmut Baran a bi navê “Derdo” guhdarî kir lê ji bo em gotinên stranan binivisînin em baş tênegihîştin.

Stranbêj Alî Baran, kurê Mahmut Baran e. Wî bo me hemû stranên kasetê nivîsand û çîroka stranan jî parve kir. Em weke Kovara Huner spasiya Kak Alî Baran dikin. Wî bi vê xebata xwe dîrokek rizgar kiriye. 

Gotara Alî Baran a ji bo Kovara Huner hazir kiriye li jêr e.

Bavê min Mahmut Baran sala 1923an li gundê Bargînî yê Xozatê ji dayîk bûye û 24ê Tîrmeha 1975an kirasê xwe guhertiye. Bavê min li malan distira û dengê wî li ser kasetan dihat tomarkirin. Bavê min stranên xwe bi Kurmancî û Dimilî digot. Dema bavê min cîhana xwe guhert, min stranên wî berhev kirin.

Sal bû 1985, me 10 stran hilbijartin û li HUNERKOMê kaseta wî derxist. Navê kasetê “Derdo” ye. Ev 11emin kaseta HUNERKOMê ye. Sala 2020an min pirtûkek çap kir. Di vê pirtûkê de, min hem stranên bavê xwe û hem jî yên xwe bi gotin û noteyan çap kirin. Girîng bû ku stranên bavê min me bi vî rengî ji dîrokê re hişt. Ji ber ku stranên bavê min wek dokumentên dîrokî ne.

Gundê Seyîd Riza: Axdad

Axdad gundekî Pulur (Ovacık) e. Warê Seyîd Riza ye. Nezikê çiyayên Muzir, Mercan û Çiyayê Spî ye. Heta dawîya 1937an, heta ku Seyîd Riza çûye Erzînganê eskerên Tirkan nikarin bikevin aliyê Axdadê. Bo ku gel neyê kuştin Seyid Riza dixwaze bi devleta Tirk re bikeve tekîliyê. 5ê Îlona 1937an bi 72 hevalên xwe re diçe Erzinganê. Gava ji Pira Mutiyê derbas dibin eskerê Tirk Seyid Riza nas dikin û wî dibin Erzinganê. 13ê Îlonê dibin Elezîzê û roja 15.11.1937an li Elezîzê tê dardakirin.

Qirqirina Axzunigê

Axzunig berî salên 1900î gundeki Ermenan bû. Îro ji navên zeviyan û mêrgan bi navên Ermenan têne nasîn. Mesela dibêjin: “Zeviya Agos”, “Çayira Miçkirran.” Axzunig li hember gundê me ye, gelek nezîk e.

Piştî qirkirin û koçkirina Ermenan, axelerên Qirxan li vir bi cih kirine. Gava di 1937an de Qirkirina Dersimê dest pêkirîye serokê eşira Qirxan Memed Alî Axa û eşîra Feretan Cemşîd Axa alikariya Seyid Riza nekirine. Mabenîya xwe bi dewletê rê xira nekirinê.

Piştî Qirkirina Dersimê ya 1938an dewlet vedigere aliyê Xozatê, dor tê Axaleran. 

‘Bi va dewleta teres re îtîbar nabe’

Mahmut Baran di strana “Axzunig”ê de kuştina Memed Alî Axa û Cemşîd Axa tîne ziman. Balkêş e… Ev stran di gelek kaset û CDyan de cih girtiye. Qirkirina Axzunigê Tebaxa 1938an pêk hatiye. Hemû Axzunigiyan dane ber gulan. Digel Memed Alî Axa zarok, jin û mer bi giştî 202 kes kuştine. Cemşîd Axa, xanima Cemşîd Axa û du lawên wî jî li ser gunde Încixê kuştine.

Di strana Axzunigê de Mahmut Baran dibêje:

“Bi va dewleta teres re îtîbar nabe
Em jî xapandin, ax bira ax
Derdê te û qirîna zarokan
Cîgera min dişewitîne”

Piştî Qirkirina Dêrsimê dewlet mal û milkên Kurdên Dêrsimê talan dike. Pez û dewerên wan top dike û dibe. Rûn, çolik, penêr, ard û genimê wan jî li heywanan bar dike û dibe. Piştre jî warên wan dişewitîne û wêran dike. Bi dehhezaran gelê me dikûjin. Malbatên mayî dibin Rojavayê Tirkiyeyê. Li wir weke mihaciran bi cih dikin.

Nîşe; ev nivîs ji malpera Kovara Huner hatiye girtin.

Navê stranên di kaseta “Derdo” de cih digirin wiha ne; Axdada Bivêso, Axzunik, Dayê narim Xozatê, Dayê Sebikeri, Derdo Derdo, Estembol, Hey Lê Hey Lo, Rabe Rabe, Tew lê tew lê, Xezal. Gotin û muzîka hemû stranan aidî Mahmut Baran in.

Kaseta “Derdo” piştî salên 2000an bi hevkariya NÇMê (Navenda Çanda Mezopotamya) û KOM Muzîkê li Stenbolê wek CD derket. Her wiha Alî Baran pirtûkeke bi navê “Bijareyên Baran” di sala 2020an çap kiriye. Di pirtûkê de gotin û noteyên 148 stranên Mahmut Baran û Alî Baran cih digirin.

HUNER

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.