Festîvala Nûjiyan dewam dike

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 28 Gulan 2025 - 00:35

Çalakiyên Mîhrîcana Filman a Jinan a Nûjiyan ji hêla Kollektîva Kezî ya Jinên Sînemeger, bi piştgiriya Sîne Jin a Rojava, Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn, sînemagerên jin ên li Ewropayê û bi alîkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê, dest pê kirin.

Di roja 2'yemîn a mîhrîcanê de du bûyerên girîng ên teqeziyê didin rola jinê di cîhana sînemayê de hatin pêşkêşkirin. Ya yekemîn paneleke diyalogê bi navê "Jin li pişta jinê" û ya duyemîn fîlemek sînemayê bi navê "El Vaquero - Kawboy" a li ser xurtkirina jinan bi rêya huner û aşopiyê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê hat pêşandan.

Ji bo bibîranîna nûçegihana ajansa me şehîd Cîhan Bîlgîn a ku di 19'ê Kanûna 2024'an de di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li Bendava Tişrînê de şehîd bûye, pêşangeheke wêneyên wê di mîhrîcanê de hat vekirin. 

Êvara çûyî fîlma "The Sea and it Waves" ji derhêneriya Liana & Renaud a ku di 2023'yan de li Lubnanê hatibû kişandin û balê dikişîne ser krîza giran a aborî ya Lubnanê û berbelavbûna vîrusa Koronayê ya ku pergala tenduristî wêran kiriye, her wiha trajediya bendera Beyrûtê, hat nîşandan.

Ev ne cara yekemîn ku ev film tê pêşkêşkirin, berê jî li bajarê Can a Fransayê hatibû pêşandan, her wiha mîhrîcanê kurtefîlma ‘Ghalia’ bi derhêneriya Amira Sayed (2023), filma ‘The Far Mountain’ bi derhêneriya Lide Billelabeitia (2024) û ‘The Dream’ bi derhêneriya Gulê Welat (2023) pêşandan.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.