Çalakiya dîlên azadiyê di roja 8’an de ye
Duşem 4 Kanûn 2023 - 00:30
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî di roja 8’an de berdewam dike. Girtiyên PKK û PAJK’î di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de, di 27’ê mijdarê de dest bi çalakiyê kirin û wê di 15’ê Sibatê de bi dawî bikin. 27’ê Mijdara 1978’an, roja “Kongreya Damezirandinê ya PKK’ê” ye ku li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê hatibû lidarxistin. 15’ê Sibatê jî roja dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan û radestkirina li Tirkiyeyê ye.
Rêber Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin û 33 meh in jî bi tu awayî destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike.
NAVENDA NÛÇEYAN