Çakûç pişta Ejdehaq tîne erdê!

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 22 Adar 2023 - 03:30

  • Helbestkarê mezin Şêrko Bêkes di şonanameya xwe “Kawayê Hesinkar” ya 9 perde de behsa serhildan û çakûçê baweriyê dike. Çakûçê ku pişta Ejdehak tîne xwarê û mizgîniya azadiyê belav dike li erdnîgariya Kurdistanê. Ev şanonameya Şêrko Bêkes di heman demê de destaneke dîrokî ye ku berê Kurdan dide livîn û vejînê jî.

Helbestkarê Kurd Şêrko Bêkes ji bilî nivîsandina helbestan di warê şanoyê de jî berhemdar bû. Wî di jiyana xwe de çend lîstikên şanoyî nivîsandin û ev şanoyên wî li Başûr derketin ser dikê. Şonaya “Kawey Asinger” (Kawayê Hesinkar) ku weke destanekê jî mirov dikare binirxîne, yek ji van berhemên wî ya şanoyê ye. Şêrko Bêkes şanonameya xwe ya “Kawayê Hesinkar” sala 1969’an nivîsand û wî di wan salan de nivîsand ku nexasim jî li Başûrê Kurdistanê lîstik derket ser dike. Di sala 1973’yan de ji hêla koma “niwandinî neqabey mamosteyan” ve li Silêmanî û her wiha di sala 1976’an de jî ji hêla “komeleya huner û wêjeya kurdî” ve li Hewlêrê hatiye lîstin.

Şanonameya ku ji 9 perdeyan pêk tê efsaneya Kawayê Hesinkar weke destanekê tîne ziman. Kurdên ku li hember zilma Ejdehak radibin, dixwazin azadiya xwe bi dest bixin. Kawayê Hesinkar ji wan re pêşengiyê dike û bi vî awayî pişta Ejdehak tînin erdê. Şêrko Bêkes bi babetên weke azadî, bindestî û yekîtiyê şanonameya xwe difesilîne û bi hizrên kurdewarî tekstekê lê dike. Di nav şanonameya Kawayê Hesinkar de helbest jî hene ku weke sirûdan hatine nivîsandin. Jixwe, navên pirraniya lehengên wî jî ew nav in ku berê li Kurdistanê hebûn. Weke nimûne; Ejdehak, Goto, Lolo, Lasîrab, Modon, Kawa, Gurdo, Sara, Piştko, Zêmrî, Zamawa, Karda, Madya, Karun û Kardox ew nav in ku Şêrko Bêkês li lehengên xwe kirine. Her wiha navê gelek xweda û xwedawendan jî di şanoyê de hene. Ji bo vê yekê jî Şêrko Bêkes ji efsaneyên serdema Sûmeriyan sûd wergirtiye.

Şêrko Bêkes dema ev şanoname nivîsandiye, qewimîn û rûdanên serdema wî jî bandor lêî kirine û şanonameya xwe bi vî awayî dinirxîne; “Naveroka pêwendiya serpêhatiyên vê destanê ji hêla dîrokî ve tenê bi vî wî awayî ye ku di nav kurdweriyê de heye. Naxwe wekî din, berhem hemû hişê hunerê bixwe ye û cureya bihevbestin û zimanê axaftinê tev ji destpêkê heta dawiyê dikarim bibêjim ku zimanê vê sedsalê ne.”

 

Destaneke dîrokî ji bo livîn û vejînê

Dr. Îhsan Fuad ku li ser şanonameya “Kawayê Hesinkar” ya Şêrko Bêkes lêkolînek berfireh kiriye û pêşgotinek ji pirtûkê re nivîsandiye, dide zanîn ku nivîsandina berhemên şanoyî nîşaneya bipêşketinekê ye di wêjeya her neteweyekê de. Ji lewma jî ev berhem girîng dibîne û dibêje, “Ev berhem tenê çîrokeke şanoyî nîne, destaneke dîrokî ye ku bi serdemeke qedîm a neteweya me re girêdayî ye ku heta îro jî di xwîn û hesta me ya neteweyî de dibe sedema livîn û vejîna me. Ji bilî wê yekê, ev serpêhatiya efsanewî ya neteweyî di çarçoveya hûnandinê de hatiye danîn, ev hemû nirx û bihayeke taybetî didin vê berhemê. Çawa ku ji destpêka vî karî eşkere dibe, nivîskar bi hilbijartina navan berê xwe daye dîroka qedîm a Rojhilat û ew çavkanî hilbijartine ku pêwendiyeke wan bi wê dîroka kevn a Rojhilat ve hene.”

 

Çakûçê baweriyê 

Dema mirov şanonameyê dixwîne mirov dizane ku hevokên vê şanoyê ji destê helbestkarekî gewre rijiyane ser kaxizê. Di şanonameyê de gelek hêmayên serketî hene. Çêkirina “çakûçê baweriyê” yek ji van e. Di beşa heştan a şonanameyê de behsa çêkirina vî çakûçê tê kirin. Kawa di cihekî de dibêje, “Heta ku em çakûç çêkin bêhna xwe venadin. Çakûç bigihînin destê baweriyê û serhildanê! Heta mirinê em ê bixebitin. Heta ku çakûç tê çêkirin dest jê bernedin!” Her wiha em girîngiya çêkirina çakûç jî dîsa ji devê Kawa dibihîsin:

 

Ev çakûç!

Yan wê bibe çakûçekî navdar

Biçe nav navê mezinan

Lû dû serbilindiyê

Neviyên bê behs bikin

Yan jî wê navê wî nemîne

Di nav dîrokê de

Wenda û mirî be!

 

Sond ji bo roja serbestiyê

Di dawiya perdeya heştan de ango beriya ku serhildan, şoreş û xwînrijandin dest pê bike bawerî, hêza heqiyê, dilsozî di wê sirûdê de bilind dibe ku ev sirûd ji hêla Kawa ve tê gotin û hevrêyên wî jî dubare dikin;

 

Sond e, sonda Kurdperestiyê

Sonda sernetewandinê

Sonda bawerî û dilsoziyê

 Sonda xwepakkirina 

Ji nokerî û bindestiyê

Sond e, sonda Kurdeperestiyê

Sonda ji bo roja serbestiyê

 

Em hemu sond dixwin.

Bi sond em venagerin.

 

Sond bi wê xwîna ku tê rijandin

Ku bûye çiraya rê û jiyanê

Sond bi wan dayikan ku zorokên wan hatine kuştin

Sond bi rondikên dayikan,

Sond bi wê bişirîna

Li ser lêvên wan ên ter û teze yên ku hatin kuştin.

 

Em hemû sond dixwin.

Bi sond em venagerin.

 

Neviyên Kurdan îro bi milyonan li meydanan kom dibin û behsa çakûçê Kawayê Hesinkar dikin. Ew çakûçê Kawa ne mirî û ne jî winda bûye! Agirê Newroza wan digihîje asîmanan û ji her derê dinyayê tê dîtin. Her diçe refên nû li neviyên Kawa zêde dibin ev kes bîra çakûçê baweriyê dibin. Heta hin kes xwe dikin Kawayê hemdem û agir bi bedena xwe dixin. Ewqasî ku bawerî pê tînin. Ji lewma jî çakûçê Kawayê Hesinkar îro bûye çakûçê bawerî û serfiraziyê û di serê Dehaqên vî zemanî de tê xwarê. Nêz e, dê pişta Ejdehak bînin erdê ew neviyên ku bi baweriya çakûç têdikoşin û sondxwariyê azadiyê ne. 

 

*Şanonameya “Kawayê Hesinkar” ji hêla Weşanxaneyên Dara di sala 2018’an de bi Kurmancî hete wergerandin. Memê Mala Hinê şanonameyê ji Soranî wergerandiye Kurdiya Kurmancî. Agahiyên di vê nivîsê de ji ber vê pirtûkê hatine girtin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.