- Bûka baranê çandeke kevn a Kurdan e. Dema hatina baranê dereng dibe, zarok li hev kom dibin û bûkekê bi dar çêdikin.
ŞÎNYAR BAYÎZ / ROJNEWS/SILÊMANÎ
Bûka baranê çandeke kevn a Kurdan e. Dema hatina baranê dereng dibe, zarok li hev kom dibin û bûkekê bi dar çêdikin.
Paşê cilan lê dikin û wê bûkê li malan û di nav taxan de digerînin. Di ber de jî stranan dibêjin, her mala digihin ber derê wê, av bi serê bûka baranê de dike û şekiran dide zarokan da ku kêfa wan were. Ev yek jî li gora rêûresmên Kurdî dawî li hişkesaliyê tîne û baran dibare.
Zarokên taxa Şêxanî ya Silêmaniyê û rêxistina Şemal a Kurdistanê ji bo parastina jingehê bi dirûşma “Li dinyayeke paqij zarok karnevala Bûka Baranê saz dikin” karnavalek taybet a Bûka Baranê li dar xistin. Zarokan bûka xwe ya xemilandî mal bi mal gerand da ku îsal jî weke sala par li herêmên Kurdistanê hişkesalî çênebe.