Bû ronahiya milyonan

Pêncşem 15 Tebax 2024 - 02:25

  • 15’ê Tebaxa 1984’an PKK’ê li Dihê ya Sêrtê û Şemzînan a Colemergê çalakiya xwe ya çekdarî ya pêşî pêk anî. Bi çalakiyê re dewleta Tirk behitî lê ji bo ku bandora wê kêm bike got,’’3-5 eşqiya ne’’ û ragihandibû ku ew ê di 6 saetan de tevgerê serkut bikin. Lê belê Pêngava 15’ê Tebaxê bi rengekî ku her roj geştir bibe 40 sal bi serkeftinên mezin li pey xwe hişt û dewleta Tirk anî  ber asta rizîbûnê.

Mahsûm Korkmaz ku di sala 1956'an de li navçeya Farqîn a Amedê ji dayik bû, di sala 1970'yî de bi malbata xwe re ji ber sedemên cuda koçî Êlihê kir. Xwişka Korkmaz a mezin Meryem Korkmaz li Êlihê bi Hozan Mizgîn re di nava xebatên partiyê de cih girt û gava di Îlona 1980’yî de belavok belav dikirin rastî êrişa çekdarî hat. Korkmazê ku li Taxa Aydinlîkevlerê hat astengkirin, teslîmiyetê qebûl nekir û çalakiya fedaî pêk anî. Birayê Egîd Veysel Korkmaz (Egîdê Biçûk) di sala 1991'ê de tevlî nava refên PKK'ê bû û di 3'yê Hezîrana 1995'an de li Çiyayê Helqîs ê Sasonê tevî 28 hevalên şehîd bû. Bav Şehmûz Korkmaz jî di sala 1985'an de li Fermandariya Cendirmeyan a Sêrtê piştî îşkenceya 50 rojan şehîd bû.

Fehmî Korkmaz, bal kişand ser dîroka têkoşînê ya birayê xwe û diyar kir ku berxwedana ku di temenê biçûk de dest pê kiriye heta nefesa dawî berdewam kiriye. 

Ez ê bibim leşkerê Kurdan

Fehmî Korkmaz diyar kir ku birayê wî têkoşîna xwe di salên lîseyê de daye destpêkirin paşê ew ber bi tevgera karkeran biriye û got ku Egîd wê demê li Êliha bajarekî biçûk ê petrolê bû pêşengiya berxwedana karkeran kiriye. Korkmaz anî ziman ku xwişka wî ji ber ku bi tirkî nizanibûye rastî tundiya mamoste hatiye û wiha got: “Egîd bi dîtina vê yekê di temenekî biçûk de dest bi lêpirsîna zimanê Kurdî kir. Birayê min ji vê rewşê pir hêrs dibû. Digot 'Ji ber ku em kurd in û ji ber zimanê me heqaretê li me dikin, bi me re wiha tevdigerin. Ez ê Kurdan biparêzim, ez ê bibim leşkerê Kurdan, ez ê biçim çiyê." 

Nedixwest rojekê jî bêhna xwe bide

Korkmaz anî ziman ku wan di girtîgehê de di bin îşkenceyê de çalakiya çekdarî ya birayê xwe bihîstiye, diyar kir têkoşîna birayê wî pêşengiya bi mîlyonan mirovî kiriye û got: “Di pratîkê de fêrî her tiştî bûn. Heval Mahsûm ji kesekî din nedixwest ku tiştekî ku ew nikare bike. Wî nedixwest hevalên xwe bi tenê bihêle. Ez bi wî re beşdarî xebatên rêxistinê bûm. Nexwest rojekê jî bêhna xwe bigire. Ji ber rewşa welêt û gel ya ku tê de bûn, bêhnstendinê jî wekî xiyanetê dihesiband.’’

Li cenaze reşandin

Korkmaz anî ziman ku agahiya şehîdbûna Egîd di girtîgehê de gihaştiye wî û got: “Wê demê nûçeyên derew di rojnameyan de derketin. Nûçeyên wekî malbata Mahsûm Korkmaz cenaze red kir, hatin weşandin. Cenaze nedan û îşkence li malbata me kirin. Li ser vê yekê jî nûçeyên sexte belav kirin. Gava birayê min ê din hat cem min, behsa belavkirina neyê kir. 10 rojan îşkence li birayê min kirin. Paşê li ber çavên wan li cenazeyê Egîd reşandin. Dibêjin, 'Nêzîkî cenaze bisekine, em ê wêneyan bikşînin.' Piştî ku cenaze nîşan dan malbata min deh rojan li Tûgayê hiştin. Li gorî îfadeyên birayê min, piştî ku cenaze teşhîs kirine dengê kemçeyê hatiye bihîstin. Paşê pê dihesin ku cenaze li Tûgayê hatiye veşartin. Cenaze li Tûgayê 6 mehan veşartî tê hiştin. Piştre diyar kirin ku cenazeyê wî li Newala Qesaba hatiye definkirin.”

MA/ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.