Li ber NY fermandar Egîd hate bibîranîn

În 16 Tebax 2024 - 02:35

Li ber avahiya NY’yê, di çalakiya ‘’dem dema azadiyê ye’’ de ji bo salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê, Fermandarê pêngavê Egîd hate bibîranîn. Di axaftinan de hate gotin ew ê bi rihê Egîd li ber xwe bidin.

Çalakiya ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY)  ya li Cenevre ya Swîsreyê bi çarçoweya ‘’Dem dema azadiyê ye’’ ji 25’ê Çileya 2011’an ve ji bo azadiya Rêber Ocalan çalakiya rûniştinê tê lidarxistin.

Ji bo salvegera 40’î ya Cejna Vejînê di şexsê Fermandar Egîd de ji bo hemû şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.

Bi navê komîteya çalakiyê ya Cenevereyê Ramazan Kizilkurt anî zimên heta azadiya Rêber Ocalan ew ê têbikoşin.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Îbrahîm Yuksel bang li NY û saziyên navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe yên li dijî tecrîdê bi cih bînin û got ku di sedsala 20’an de hêzên emperyalîst Kurdistanê kirine 4 parçe. Yuksel wiha got: “Dîsa îro dixwazin heman polîtîkayên înkar û tunekirinê li ser gelê Kurdistanê ferz bikin. Peyrewên Fermandar Egîd ku li hemberî van polîtîkayan li dora paradîgmaya Rêber Apo xwe bi hêz kirine, ji bo statuya gelê Kurd û Kurdistanê di nava têkoşîneke mezin de ne. Bi vê wesîleyê em careke din gerîlayên ku bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê li ber xwe didin silav dikin.”

Piştî axaftinê banga tevlîbûnê ji bo pîrozbahiya ku bi wesîleya Pêngava 15’ê Tebaxê wê 17’ê Tebaxê li bajarê Luzern ê Swîsreyê bê lidarxistin, hat kirin.

ANF/CENEVRE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.