Bombe teqmenî û tiving hatin girtin

Şemî 3 Îlon 2022 - 01:31

Hêzên Ewlekariya Hundirîn doh di roja 8´an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê de 14 çeteyên din ên şaneyên DAIŞ´ê girtin, bombe, cebilxane û madeyên teqemeniyê desteser kirin. 

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bîlançoya Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya roja 8´an eşkere kir û got, "Hêzên me di dema operasyonên lêgerîn û paqijkirinê yên roja 8´an de 14 çeteyên şaneyên DAIŞ´ê girtin, 14 konên çeteyan rakirin ev kon weke cihên perwerdê bi kar dihatin anîn, 7 rextên leşkerî û 7 telefonên destan ku ji bo têkiliyê bi çeteyên din re bi kar dihatin anîn jî girtin.

Di lêpirsînên bi çeteyên girtî de, çete li xwe mikur hatin ku bombe û madeyên teqemeniyê veşartine. Hêzên me bi operasyoneke taybet xwe gihand cihên ku ew tişt lê veşartî ne û 100 metreyî dûrî kampê ye. Bi wê re hêzên me 13 bombe, gelek cebilxaneyên qilêşê, 15 kîlo TNT û pêdiviyên çêkirina teqemeniyan dîtin û girtin."

 

Ji sedî 50 qediya

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî hefteya yekemîn a qonaxa duyemîn a Pêngava Ewlehî û Mirovî ya li Kampa Holê, daxuyaniyek pêr da. Tê de wan got, ji sedî 50´ê kampê hatiye paqijkirin û "pêngav heta pêkanîna armancên wê û tinekirina jêderên ku destekê didin şaneyên DAIŞ`ê da ku xwe dîsa bi rêxistin bikin û fikrên tundraw di nav zarokan de belav bikin, wê dewam bike." 

Li gorî daxuyaniyê di hefteyekê de 121 DAIŞ´ê hatine girtin û ji van 15 jin in. Li kampê 119 konên DAIŞ´ê bi kar dianîn hatine rakirin. Di nava malzemeyên desteserkirî de jî ji bilî bombe, tivingên cihê û cebilxaneyê, unîforme û alayên Tirk jî hene.

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.