Bişewite Çiyayo, Bişewite Bajaro…

Nûçeyên Forum

Sêşem 22 Adar 2022 - 22:48

  • Wekî bandor û dîrokeke kesane Newroz, ji bo min; Cara pêşî, sala 1976´an bû

Dilawer ZERAQ nivîsand:

Wekî bandor û dîrokeke kesane Newroz, ji bo min;

Cara pêşî, sala 1976´an bû. 

Li Farqînê; berêvara rojeke ji bihara pêşîn... Ez hê zarok bûm û li ber dikana bavê xwe ya terzîtiyê rûniştibûm (hema gaveke nêzî min jî zilamên navsere rûdiniştin) û min bi awirên zarokane yên meraqdar, li kesên ku di ber dikanê re diçûn û dihatin û li dorhêla xwe dinihêrî…

Wek vê rojê tê bîra min…

Wê kêliya ku min berê xwe bi aliyê çiyayê Elbatê ve kiribû; ji çiyayê rût û ji daran xalî, çirûsîna agirekî bi ber çavên min ketibû.

Min nekarî meraqa xwe bişikênim, min kursiya xwe piçekî şiqitandibû û car din lê nihêrîbû û bi heyirîneke zarokane, di ber xwe de gotibû: 

‘Wîîî!!! Çiya dişewite law!..’

Dengê min çûbû zilamê ku nêzikî min rûdinişt. Zilam li min zivirîbû, bi bişirîneke li ser lêvan wiha gotibû ji min re:

‘Kuro law, ma çiyayê rût dişewite?! Ew agirê Newrozê ye, îro Newroz e!’

Cara duyan jî, sala 1998an bû.

Li Amedê. Heta wê salê, di Newrozê de, gel bi lihevkirineke ji hişê Kurdayetiyê û bi serê xwe û bi awayekî berbelav, agir di kuçe û serê kolanan de pêdixist. 

Di sala 1998´an de, agahî di nava gel de belav bû ku wê Newroz di qada Batı-Kentê de were pîrozkirin. 

Roja Newrozê, jin û mêr û zarok û mezin, kê bihîstibe û kî dozdara agirê xwe be, ji her aliyê Amedê hatin û qada Batı-Kentê bi mirovan dagirtin. Mîna ku her beşek qadê taxek be, cî bi cî agirên gur hatin pêxistin û gel li ber def û zirneyan govend gerand; slogan gotin û car caran jî gel bi xwe stranên xwe gotin.

Û agirê li bajêr gurtir kirin.

Piştî pîrozkirin qediya, gel bi awayekî lihevkirina jiberxweve, yanî bi pêşengiya xwe ve, -wê çaxê digotin bi qasî sed hezar kes-, ji qada Batı-Kentê ber bi kuçeyên texma Baxlerê ve meşiya.

Newroz ji bo min li Farqînê bû şewitîna çiyayan û li Amedê jî bû şewitîna qad û kuçeyan.

Û ji hingê ve ye her dibêjim:

Bişewite Çiyayo!
Bişewite Bajaro!

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.