Birîna nekewiyayî Sînemaya Amûdê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 14 Mijdar 2022 - 05:23

  • Qederê 62 sal çêbûn ku ev bûyer pek hatiye. Ew sala bêyom, ew sala ku 300 zarokên Kurd veqetand ji ber hembêza welatê me Kurdistanê. Ji lewma nalîna wan zarokên ku agir girte bedena wan hîna jî di kerikê guhên Amûdê de olan dide û Amûdê di her payîzê de êşa dilê xwe bi bibîranîna wan dikewîne. 

ARDÎN DÎREN

 

Di payîzeke dereng a sala 1960’î li binxetê bûyereke sosret pêk tê. Wê salê li Amûdê, li “Bûka Welat” ji dêvla pelên daran biweşin, mirin diweşe ji daran. Xezeba merivên çavsor dibare ji ewrên reş ên li ser Kurdistanê. Ji dêvla ku pelên darên Kurdistanê bi ber bayê bikevin û darên li Amûdê xwe ji xemên xwe rizgar bikin, wê salê bayekî ecêb radibe û ev ba agirê Sînemaya Amûdê gurtir dike û zarokên piçûk ên Amûdê di bin agirê Sînemaya Amûdê de dimînin. Li dinyayê heta niha sosreteke bi vî awayî pirr pirr kêm qewimiye.

Di ser bûyerê re 62 sal bihurîn. Ev bûyer, yek ji wan birînên Kurdistanê ye ku hîna jî kewa xwe negirtiye û dilê Kurdistaniyan, her payîzê diêşîne! Lewma ev birîn her payîz diaxife. Her payîz dema pelên daran diweşin meriv wê rojê û wê bûyerê tînin bîra xwe û dema li pelên bi ber bayê dikevin, dinihêrin, li wê salê dihizirin. Ew sala bêyom, ew sala ku 300 zarokên Kurd veqetandin ji ber hembêza welatê me Kurdistanê. Ji lewma, nalîna wan zarokên ku agir girte bedena wan, hîna jî di kerikên guhên Amûdê û Amûdiyan de olan dide û Amûdê, her payîzê êşa dilê xwe bi bibîranîna wan dikewîne.

 

Piştgiriya ji bo gelê Cezayîrê

Eynî di wan salan de li hin welatan hin netewe dixwazin serxwebûna xwe ragihînin û ji bin bindestiya komarên dagirker derkevin. Yek ji wan neteweyên ku li welatê xwe dest bi şoreşê kiriye û serî rakiriye jî Cezayîr e. Cezayîr dixwaze komara Fransayê ji Cezayîrê derkeve û bes wan di bin dagirkerî û mêtingeriyê de bieciqîne. Di salên 1960’î de gelek dewletên Ereb, sosyalîst û antîemperyalîst piştgiriyê didin gelê Cezayîrê. Sûrî jî di sala 1960’î de dixwaze alîkariyê bide gelê Cezayîrê û bi vê cewatê ji nav gel pereya berhev dike. Gel jî texsîr nake û li gorî derfetên xwe piştgiriyê dide gelê Cezayîrê. 

 

Kêfxweşiya zarokan zû bi dawî dibe

Ji bo zarokên dibistanê jî beşdarî vê piştgiriyê bibin, wan dibin sînemayê û heqê bilêta wan wê kom bikin û bişînin ji Cezayîrê re. Gava zarok dibihîzîn ku wê herin sînemayê pirr kêfa wan tê. Her xwendekar ji malê heqê bilêta xwe tîne û bi dilxweşî dixwaze here sînemayê: Sînemaya ŞEHRAZADê. Navê filma ku wê were nîşandan jî “Cerîmet nisif el-Leyl” (Gunehkariya Nîvê Şevê) ye û li ser şoreşa Cezayîrê ye. Nîşandana filmê êvarê ye. Êvarê gava zarok dikevin sînemayê bi coş in. Film dest pê dike lê hêj çend deqe naçin, agir bi perdeya sînemayê dikeve û paşê jî bi tevahiya sînemayê. Sînema di nav agir de dimîne. Di vê sînemayê de di şevekê de 280 zarokên Kurd ên 10 ta 12 salî, tên şewitandin. Gelek xwendekar jî birîndar dibin. Mihemedê Seîd Axayê Deqorî ku ew jî yek ji lehengên vê bûyerê ye, di şeva ku agir digire sînemayê de gelek zarokan ji bin kavilên sînemayê derdixe û wan xelas dike. Lê di dawiyê de agir digire bedena wî jî û ew jî dimire. 

 

Berpirsyar nayên dadegehkirin û ser bûyerê digirin

Ti kes xwe ji vê şewatê berpirsyar nabîne û tiştekî jî nabêje. Komara Sûrîye dixwaze zû bi zû ser vê bûyerê bigire û bide jibîrkin. Hin delîlên bûyerê nîşan didin ku bi zanebûn û plankirî ev bûyer qewimiye, lê dîsa jî dewleta Sûriyê ji bilî girtina çend kesan ku ew jî berpirsyarên sînemayê ne, tiştekî nake. Nivîskar Mele Ahmedê Namî di pirtûka xwe ya “Agirê Sînema Amûdê” de behsa bûyerê dike. Lê li gorî agahiyên di vê reşbelekekê de yên herî bê guneh berpirsyarên sînemayê bûne. Yanî kesên ku vê organîzasyonê li dar dixin, rayedarên hikûmeta Sûriyê yên li navçeyê ne û derbarê wan de ti doz nayê vekirin û ew nayên dadgehkirin.

 

Pê çavên Kurdan tirsandin

Her wiha di wan salan de bajarê Amûdê navenda Kurdan e. Cihê niviskar, siyasetvan û rewşenbîran e. Kurd di wan salan de partî, komele û sazî ava kirine. Yanî Kurd ji bo xwe rizgar bikin li wê herêmê jî di nava tevgerekê de ne. Helbet ev yek li xweşiya komara Sûrîye naçe û dixwaze çavên Kurdan bitirsîne. Di vê bûyerê de jî îhtimala vê yekê heye û dibe ku organîzasyonake plankirî be. Ji ber ku dewleta Sûriyê di wan salan de Kurdan digire û dixe girtîgehan. Kurd li wir xwedî mafên bingehîn nînin. Li hemberî vê hişmendiyê Kurd jî li ber xwe didin û ji bo rizgariyê hewldanên wan hene. Dewleta Sûriye dibe ku bi van sedem û hincetan jî ev bûyer pêk anîbe û xwestibe pêşketinên li wir bitefîne da ku siberojê bi aloziyan re rû bi rû nemîne.           

Agirê wan netefiyaye

Hin bi hezaran kes hene, ku şewata sînemê bi çavê xwe dîtine. Heta niha jî şopên vê bûyerê li Amûdê mane. Ev berî her tiştî ‘park’a ku li şûna sînemê hatiye çêkirin û danîna peykerê ku bûye sembola şehîdbûna zarokên bajêr û goristana Amûdê ye, ya ku bi qûçan bi kevirên şehkirî hatiye xemilandin.” Niha jî li Amûdê ev peyker û parka ji bo bibîranîna zarokan hatiye çêkirin, heye. Her sal di 13’ê Mijdarê de ev zarok tên bibîranîn ji lewma birîna wan a di dilê welat de hîna jî nekewiyaye û agirê wan netefiyaye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.