- Li Amedê ji bo 40 zarokên Kurd û Ereb ên penaber ên ji Surî û Rojava, kargehên muzîk, şano, govend û hunerên plastîk çêbûn.
Li Amedê 4 saziyên sivîl projeya bi navê “TITULARTS”ê bi rê ve birin û di dawiya projeyê de pêşangeheke bi navê “Bîr û Huner” vekirin. Projeya “TITULARTS” xebata 40 zarokên Kurd û Ereb ên penaber ên ji Surî û Rojava ne, yên ku beşbdarî kargehên muzîk, şano, govend û hunerên plastîk bûne.
Ji bo ev proje pêk were saziyên CIEMEN û Creart (Hevkarên Katalan ên ku li bajarê Barcelonayê ne) bi her du saziyên hevkar Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilta Navîn (OSAD) û Komeleya Lêkolîn û Çavdêriya Koçê ya Mezopotamyayê (Goç-Der) re ev demeke dirêj bû dixebitîn û bi penaberan re kargehên hunerî bi rê ve dibirin. Berhemên di vê pêşangehê de cih digirin berhemên hunerî ne yên ku di kargehên hunerî yên muzîk, govend, şano û hunerên plastîk de 40 zarokên Kurd û Ereb ên penaber di çarçoveya projeya “TITULARTS”ê de çêkirine.
Vê koma zarokan a ji 40 kesan bi mamosteyên xwe re sê mehan xwe li huner ceriband. Ev pêşangeha “Bîr û Huner” jî encama perwerdehiya sê mehan a zarokên penaber e.
Wêrekî û baweriya zarokan
Koordînatorê projeya “TITULARTS” ê Kibar Suvarî dibêje, ew dixwazin pêşangeha “Bîr û Huner” bibe pejirandina wêrekî û baweriya van zarokan ku coşê bi mirovan re çêdikin. Ew armanca projeyê wiha tîne ziman: “Armanca vê projeyê ew e ku li bajarê Amedê, bi rêya huner jin û zarokên Kurd û Ereb ên penaber ên Sûriyeyî der barê mafên jin û zarokan de agahdar bike û hêzê bide wan. Proje ne bi tenê rewşa erdnîgarî, siyasî û dîrokî ya cih û warên ku ev çalakî lê tên kirin, li ber çavan digire; her wiha rewşa takekesî ya cihê ku ev kes jê hatine jî li ber çavan digire, bi taybetî jî hewl dide der barê mafên civakî, çandî, zayendî û zêdebûnê de agahiyan bide û wan mafan teşwîq bike.”
Bila zarok ji xwe hez bikin
Kibar Suvarî dibêje, wan bi vê projeyê xwestiye zarok ji xwe hez bikin û bi derûdora xwe re hêsantir têkiliyê deynin: “Di çarçoveya Projeya ‘TITULARTS’ de ev her çar saziyên sivîl ên ku li warên cuda, bi rê û rêbazên cuda xebatan dikin, bi rêya huner, zarokên penaber der barê mafên zarokan de agahdar dikn û têkiliya wan û jiyanê bi awayekî erênî bi pêş dixin; ew vê bi alîkariya perwerdekarên pispor û di warê ewlehiya zarokan û parastina zarokan de xwedîezmûn, bi rêbaz û nêzikatiya sosyo-efektîv dikin. Bi vî awayî me hewl da ku zarok ji xwe hez bikin û bi derdora xwe re têkiliyê bi awayekî hêsantir deynin.”
Veguherî motîvasyon û rehabîlîtasyonê
Kibar Suvarî wiha dewam dike, “Ev pêvajoya ku zarokan ev berhem bi lîstik û çalakiyên hunerî yên cihê derxistin holê, di heman demê de ji bo her zaroka bi awayên cuda ßidet lê hatibû kirin jî, veguherî motîvasyon û rehabîlîtasyonê. Mijar û armanca sereke ya vê projeyê ew bû ku hişmendiya zarok û huner di ti qaliban de hilnayê, afrînerî bi zagon û sînoran nayê tayînkirin, û ev hizr di nava tevahiya perwerdekar û zarokên beşdar de bê belavkirin.”
Perwerdehiya perwerdekaran
Kibar Suvarî dibêje, wan biryar daye wêne û berhemên di çalakiya “TITULARTS”ê ya bi navê “Perwerdehiya Perwerdekaran” de derketine holê jî nîşan bidin: “Di vê çalakiyê de 10 perwerdekarên me hîn bûn ka ew ê çawa bi awayekî ne weke her kesî bifikirin, bi nêzikatiyên derûnî piştgiriyê çawa bidin zarokan û rêbazên hunerî çawa bi kar bînin. Her wiha, berhemên hunerî yên ku bi hevkarî û afrîneriya 24 jinên beşdar ên kargeha ‘Nûnerên Civakî’ ya der barê zayend û mafên zêdebûnê de yên Kurd û Ereb û wêneyên di dema vê kargehê de hatine girtin jî di pêşaneya me de cih digirin.”
Bê qalib û bê sînor
Kibar Suvarî herî dawî dibêje, huner û zarokatî armanca xebata wan bû: “Di vê pêşangehê de me xwest em zarokan û huner, bê qalib, bê sînor; lê bi lîstik û afirandin bînin ba hev. Ji qaliban azadbûn zehmet be jî em tev bi zaroktî û hunerê afîrîner vegeriyan ser cewhera xwe û zaroktiya xwe. Em hêvî dikin ku di tevahiya jiyanê de qalib bên rûxandin, destekî hûnerî her kêlî jiyanê xweş û baş bike. Huner û zaroktî armanca xebata me bûn. Em hevîdar in ku zarokên me û zaroktiya di dilê me de, bê hûner, bê coş, bê afirandin nemînin."
AMED