Binpêkirina mafan têkilî tecrîdê ye

Çarşem 11 Îlon 2024 - 02:25

  • Rêvebira Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Ayten Kiran têkildarî bandora tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan a ku li her qadê jiyanê belav bûye diyar kir ku binpêkirinên mafên li girtîgehan bi tecrîda giran girêdayîne. Kiran got,’’Binpêkirinên rû didin ji ber şertên tecrîda giran a li Îmraliyê ye. Girtiyan ji qadên civakî mehrûm dihêlin. Cezayên şandina nameyan û girtina nameyan li wan tê birîn.  Em ÎHD em ê li dijî binpêkirina mafên li girtîgehan derkevin."

ROZA METÎNA / AMED

Rêvebira Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Ayten Kiran diyar kir tecrîda li ser Rêber Ocalan li hemû qadên jiyanê berbelav bûye, polîtîkayên li ser girtîgehan bi darbeya leşkerî ya 80’yî ve girêdan û got ji ber ku ev bûye sîstematîk nikarin ji tecrîda Îmraliyê cihê binirxînin. Kiran got,’’Mafên civakî yên girtiyên li girtîgehan ji destên wan hatine girtin. Çewisandina bi rêya cezayên kêfî û polîtîkayên zextê êdî bi awayekî rûtîn dewam dikin. Pêvajoyeke wiha dewam dike. Ji hevdîtinên girtiyan ên bi malbatan re jî em fam dikin ku polîtîkayên bi vî rengî tên meşandin."

Dixwazin serî li girtiyan bitewînin

Têkilî biryarên Lijneya Çavdêrî û Îdareyê jî Kiran anî ziman tê xwestin ku pêvajoya entegrasyona civakî bênasname were hiştin û got,’’Tu palpişta vê lijneyê ya hiqûqî û zagonî tune ye. Îllegal e. Ev lijne poşmaniyê li ser girtiyan ferz dike. Cezayê girtiyên poşmaniyê qebûl nakin jî dewam dike. Dixwazin wiha serî bi girtiyan bidin tewandin. Ev sepan sûcê mirovahiyê ye. ‘’

Bi hêviya mirinê ve dihêlin

Derheqê girtiyên nexweş jî Kiran anî zimên dewlet bi raporên ATK’ê derketina girtiyan asteng dike, diyar kir rabirdûyeke vê jî ya polîtîk heye û got,’’Pêdiviya girtiya nexweş Makbule Ozer bi tedawî û lênerînê heye. Lê belê heyeta ATK'ê dibêje dikare di girtîgehê de bimîne. Bi vî rengî Hanife Aslan terkî mirinê dikin. Du raporên cuda yên ATK'ê yên Hanife Aslan heye. Yek dibêje dikare di girtîgehê de bimîne ya dinê dibêje nikare di girtîgehê bimîne. Divê li dijî vê yekê dengekî hevpar bilind bibe. Ji bo di şexsê girtiyên nexweş Makbule Ozer û Hanife Aslan de hemû girtî azad bibin, divê xebatên zagonî û hiqûqî bên kirin." 

Fatoreya têkçûnê li gel dibirin

Kiran bi berdewamî êrîşên li ser çand, zimanê Kurdî bi bîr xist, diyra kir ev êrîş ji tecrîda li ser Rêber Ocalan ne qut e, ev polîtîka ji navendekê ve têne rêvebirin, ti bingehê van gavan ên hiqûqî nîne. Kiran got,’’Kesên ku dawetên xwe çêdikên bi tomayan û panzêran bi ser dawetên wan de tê girtin. Hunermendên Kurd bi hinceta 'gel ber bi kîn û dijminatiyê ve kaş dikin' tên girtin. Ev îktidara wekî her demê fatureya xwe ya têkçûyinê li Kurdên ku ber bi sefkeftinê ve direvin, dibire. Tunekirina gelekî ji êrişên li ser ziman û çanda wî gelî dest pê dike. Ev şêwazeke mîlîtarîst e.’’

Em ê li dijî neheqiyan derkevin

Kiran herî binpêkirinên li girtîgehên Serhedê bi bîr xist û got,’’Binpêkirinên rû didên ji ber şertên tecrîda giran a li Îmraliyê ye. Girtiyan ji qadên civakî mehrûm dihêlin. Cezayên şandina nameyan û girtina nameyan li wan tê birîn. Cezayên hevdîtinê li girtiyan tê birîn û muaneya bi kelepçe li ser wan tê ferzkirin. Radyoyên girtiyan di bin navê lêgerînê de tên hevdan. Em ÎHD wekî berê îro jî li dijî binpêkirina mafên li girtîgehan derkevin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.